Pişti berhemên xwezayî jin bi erebeyên mor li bazarê ne

10:21

Ceylan Eraslan-Esra Aydın/JINHA

MÊRDÎN – ‘Çandiniya xwezayi’ ya ku projeya jinane, di merhela despêkê de çandinî kiriy di gava duyem firotinê de bi wesayîtên mor dibin bazara ku mêr têde serdestin.

Pirojeya Beşa Aboriya Navenda Jinan Nûda ya ku dibiniya Şaredariya Qosera Mêrdînê de xebatên xwe birêve dibe ya “Çandina Xwezayî” berhemên xwe yên despêkê da. Dema ku asta yekê ya çandiniyê baş derbasbû jinan dest bi merheleya duyemin kirin. Jin ji bo ku cihê xwe di bazara mêran de bikin berhemên xwe yên xwezayî daxistin bazarê. Bi projeya çandina xwezayî jin aboriya xwe bidest dixin, bê ku ziyanê bidin ekolojiyê hilberînê dikin. Jin komunan avadikin û xebatek hevpar didin meşandin. Jinan gundê Hamzanliyê hilbijartine, jiyanê avadikin ji bo gundiyan vegerinin ser gundê wan. Jinên ku bi bertekên mêran ên ku jin weke reqîbên xwe di bazaran de neditine re ru bi ru dimînin, bê wanan muhatab bigirin berhemên xwe difiroşin.

'Berhemên organik li gel fiyetê bazarê hemane'

Xwendekara Beşa Civaknasiya Zanîngeha Erciyes Rewşen Ozturk diyar kir ku fiyetê berhemên wan li gel ê bazarê hemane û got: “Li gel berhemên me organike jî li gel fiyetê bazarê hemane. Ji bo wê jî hinek mirov tên dibêjin: ‘Li vêderê her tişti erzane, xwezi min berê ev der dîtibana.’ Bi giştî bertekên welatiyan di aliyê erêni dene. Em bi vê gav avêtinê şanazin û bi hêvîne. Divê tenê mêr li vê herêmê nebin.”

'Em dixwazin jin ji malan derkevin û tevlî karên civakî bibin'

Zîlan Ozel a ku di beşa Aboriyê de xebatê dimeşîne jî da zanîn ku ji bo ew hişmendiya bazar cihê mêrane bişkênin dest bi vî karî kirine û wiha domand: “Ji ber ku berhemên me organîkin her kes ber bi dezgeha me ve diherikin. Hinek kesên di bazarê de tiştan difiroşin tên gotinên weke tiştên we nebaşin dibêjin. Ev hemu ji bo pêşî li karê me girtinê dikin. Wekedinê ji gotinên weke: “Erê hun hatine vêderê, dê hevjînên me ji bixwazin ji malê derkevin û bên li deverên wiha bixebitin’ dibêjin. Em jî tam vê dixwazin. Em dixwazin jin ji malan derkevin û tevlî karên civakî bibin.”

'Bila kes bi çavê biçuk li jinan nenêre'

Gulnaz Çiftçi ya k udi Kooperatîfa Jinan de dixebite û alikariya jinan dike jî wiha axivî: “Du hevalên me yên jin despêkê dest bi vî karî kirin, em gelek kêfxweşkirin. Bila êdî kes bi çavê biçuk li me jinan nenêrin. Xwezî di dema me de ji tiştên wiha hebana. Em di nava çar dîwarandebun. Her tim mêr dixwaze jinan êsirbigirin, lê dema ku jin gavekê jî bavêje dikare ji vê esaretê rizgarbibin.”

'Jin derxistina kolanan'

Wekîla Mudura Xizmetên Jin û Malbatan Sevinç Tanrıverdi Ozturk ji bilêvkir ku ew kelecana jin bi erebeyên xwe yên xweser berhemên keda destê xwe derdixin bazaran dijîn û wiha berdewam kir: “Ji bo ku em bidin zanîn bazar tenê ne cihê mêrane, em bi berhemê keda destê xwe derketin bazarê. Me gelek tiştên nerênî jiyan kir. Di vê bazara biçuk de me tindiyên hişmendiya mêran his kir. Bêguman ev me naşkênin. Yên gotinên weke ‘Emê nehêlin hun van bifiroşin’ û ‘Hunê hevjînên me jî derxin kolanan’ gotin ji hene. Ji xwe armanca me ji jin derxistina bazarê ye.”

(zt)