Gultan: Aboriyê herî zêde bandor li ser jinan kir

15:24

JINHA

AMED-Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê di Komxebata Pêşniyarên Çareserî û Pirsgirêkên Aboriyê de axivî û got ji xurtbûna aboriyê hawira huzur û aştî gelek girînge û diyar kir ku di sala dawî de qelsbûna aboriyê herî zêde bandor li ser jinan kiriye.

Ji aliyê Lijneya Karsazên Jin yên Navenda Yekitiya borsa û Odeya Tirkiyeyê (TOBB) ve bi ser navê ‘Pirsgirêkên Aboriyê yên li Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê tên jiyîn û pêşniyarên çareseriyê’ komxebatek li Salona Civînê ya Borsaya Bazirganiya Amedê pêk hat. Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û jinên li herêmê faliyetan dimeşînin beşdar bûn.

Gultan kişanak di komxebatê de axivî û diyar kir ku ji bo xurtbûna aboriyê her tişt heye lê motor, dînamîk û zemîna aboriyê hawira aştî û huzurê ye. Gultanê diyar kir ku ji ber vê jinên li herêmê dixebitin ku rewşê nîqaş dikin gelek girînge. Gultanê diyar kir ku zehmetiyên di sala dawî de hatine kişandin herî zêde di îstîhdama jinê de hatiye jiyîn.

(gc\hu)