Li Erdîşê berhemên şîr bi destê jinan tên çêkirin

10:33

Vildan Atmaca / JINHA

WAN – Kooperatîfa Jinan a Gokkusagi ya ku giredayî Şaredariya Erdîşê ji bo ku jin tevlî qadên xebatan bibin, xebatên xwe berdewam dikin. Armanca Kooperatîfê eve ku li gunda jin hem aboriya xwe û hem bi projeya ‘Destar’ berhemên keda destê wan bên dîtin.

Kooperatîfa Jinan a Gokkuşagi ku giredayî Şaredariya Erdîşê ye ji bo keda destê jinan û rengê jinan li hemû qadên jiyanê bê xuyakirin xebatên xwe berdewam dikin. Armanca Kooperatîfê eve ku keda destê jinê nayê xuyakirin bên xuyakirin û derfêtên jinê yên kar bên avakirin û jin jiyanêk serbixwe jiyan bikin. Endama Lijneya Rêveberiya Kooperatîfa Jinan a Gokkuşagi Gulîz Zengîn got ku armanca projeya kooperatîfê ji bo jin li her qadên jiyanê cih bigirin. Gulîzê diyar kir ku projeya wan pêşî xebatan wan a bi navê ‘ Destar’ dê tenê jin bixebitin armanca wan ji bo jin li hemû qadên jiyanê bên xuyakirin.

'Armanca me em xwe bigînin hemû jinan’

Gulîzê diyar kir ku dê xabata pêşî ya Kooperatîfa Jinan a Gokkuşagi yekem projeya karibin berhemên destên xwe yên şîr ku ji sewalên xwe hildiberînin li stewîlê bifiroşin û wiha berdewam kir: “Di etaba pêşî de jin tene li stewîlê bixebitin û wê cihê ku jin karibin berhemên şîr ku ji sewalên xwe hildiberînin bifiroşin. Armanca me ku em xwe bigihîjin hemû jinan, di serîde jinên li gunda dijîn. Em dixwazin bi karê jinayî paqij li hevhatî xebatên stewîlê pêşbixin. Em bawerin ku dê bi vê proja stewîlê berhemên destê jinan bên dîtin.”

'Em dixwazin bi van xebatan berhemen destê jinê bên dîtin’

Gulîzê bi lêv kir ku çîma ew ji pirsa ‘Em stewîlê re amedene kir’ û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji me re te gotin çima vekirina stewîlê? Ji bo ku jin li gunda ji sewalên xwe penîr çêdikin lê bes mêr van berheman difiroşin. Piştî mêr van berheman difiroşin pereyên berheman jî ji xwere dibin û keda jinê nayê dîtin. Em dixwazin pêşiya van tiştan bigirin û proja stewîlê dixin dewrê. Her tim penîr, şîr, mast û tevahiyên berheman mêr difiroşe lê yên ku kedê didê û berheman çêdikin jinin. Armanca me eve ku keda destê jinê bê dîtin.”

'Em berhemên stewîlê didin dikanên xwecihî’

Gulîzê da zanîn ku dê di bin Kooperatîfa Jinan a Gukkaşagi de berhemên şîr û şîr bên firotin û wan ji bo vekirina stewîlê ji destur girtine û alavên stewîlê hatinê peyda kirin. Gulîzê di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dê stewîl li taxa Çelebîbagiya nêzî şaredariê be vekirin. Em ê şîr ji gundên ku nêzî bajêr bistînin. Me bi gavên saxlam dest bi vê projê kiriye. Em ê penîr ji jinên kul i gunda penîr çêdikin bistînin. Em ê berhemen ku li stewîlê bên çêkirin em ê li dikanên xwe cihî bi firoşin.”

(dt/hu)