Li Kolana Sîwanokê rengê jinan

09:02

JINHA

WAN - Jinên ku li Kolana Sîwanokê hatine gel hev, ji bo aboriyê xwe pêk bînin, cafe vekirine. Jinên ku ava fêkiyên xwezayî çêdikin diyar kirin ku ew bi rengê xwe cafe avakirine û gotin ew gihêştine xeyalên xwe.

Li Kolana Sîwanokê ya Wanê du jinên ku ava fêkiyên xwezayî çêdikin, jiyana mirovan jî diparêzin. Jinên ku bi kedên mezin her cure ava fêkî amede dikin, bi xîzmeta xwe ya mirovan re balê dikêşin. Jin ji ber projeyên xwe yê serkeftî kêfxweşin. Nesrîn Tatarogullari wiha qala pêvajoya avakirina projeyê xwe kir, "Rojek ez li gel hevala xwe yê jin rûniştîbûm û me bi henekek got em cihek yê kar ji bo xwe vekin. Gava me wê fikrê danî holê me xeyalên dirêj jî danî. Di serî de ji bo me tenê wek fikrekbû. Ji ber pergala desthilatdariyê û qalibên teng yê ji jinan re hatî diyar kirin, me got li cihek wek Wanê dibe em rastî bertekên mezin bên. Di warê aborî de jî diviya rewşê me başbaya. Rewşê me yê aborî ne gelek başbû."

'Kolana Sîwanokê bi rengê jinê hat xemlandin'

Nesrînê anî ziman ku piştî projeyê wan astek qezenç kir ew cafeyê bi navê "Atom Vîtamîn Bar" vekirine. Nesrînê da zanîn ku wan cafeyê 20 roje vekirine û got ew rastî bertekên erînî û neyînî jî hatine û wiha pêde çû, "Li kolana ku me cafê vekiriye, saet dibû dora 19.00'an kes nedima. Piranî bê lampene û mêr lê digerîn. Ji ber ronahî tunebû gelek jin li kolanê rastî tacîzê dihatin. Piştî vekirina cafeyê em bi esnafên din re hatin gel hev û me biryarê xemlandina kolanê bi sîwanokê da. Kolana Sîwanokê bi rengê jinê hat xemlandin. Wek jin me rengek cuda da vir. Niha li kolanê cafe û kuaforê jin yê taybet hene. Hevalên me tên arî me li vir, ev yek me kêfxweş dike. Tu tişt bi qasî ku mirov xeyalê xwe bi jiyanî bike xweş tune. Me vê yekê pêk anî û jiyan kir."

'Armanca me yê duyem sazîbûne'

bahar Saritaş jî destnîşan kir ku ji ber qalibên feodal ên desthilatdariyê jin di warê aboriyê de azad nebûye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Xebatê jinan gelek zehmete, lê zehmetî bi têkoşînê tê qezenç kirin. Divê jin bawer bikin ku dikarin xeyal bi jiyanî bikin. Li vir hem em pêdiviyê xwe pêşwazî dikin hem jî em mirovên tên vir bi ava fêkiyên ku amede dikin wan kêfxweş dikin. Bertekên baş tên. Jin bi aweyek rihet tên. Armanca me yê duyem sazîbûne. Li her deverê Tirkiyê em ê hewl bidin xwe bi rêxistin bikin. Ji bo vê armancê me gavek avêt. Em hêvî dikin her jinên ku projeyê wan heye bi baweriya xwe bi jiyanî bikine."

(htk/rc)