'Piştgiriya me ya ji bo jinên kargeriyan vedikin wê bidome’

12:51

JINHA

MÊRDÎN – Hevşaredara Artukluyê Sevînç bogan jinên ku perwerde girtine û karkerî vekirine ziyaret kir û got piştgiriya wan ji bo jinan wê her tim hebe.

Midûriyeta Karê Civakî û Çandî ya Şaredariya Artukluyê û Serokatiya Îdareya Destek û Pêşxistinê ya Karkeriyên Bi Pîvan a Hevkar û Biçûk (KOSGEB) bi hev re qursa ‘Perwerdehiya Hewldana Pêkanînî’ temam kirin û sertîfka dan jinan. jinên sertîfîkayên xwe girtin kargeriyan ji xwe re vedikin. Heveşaredara Artukluyê Sevînç Bozan çû serdana jinan. Sevînçê da zainîn ku ew ji wan re serkeftinê dixwaze û got piştgiriya wan ji bo jinên ku kargeriyan vedike wê her tim berdewam bike.

(hu)