B hêzên xwe berheman diafirîn in

09:01

JINHA

MÊRSÎN - Jina ku li Mêrsînê bi çêkirina salçeyên îsotan debara xwe dike, diyar kir ku, ew dev ji çanda xwe yê resen bernade û got: "Em bi hêza xwe berheman diafirîn in."

Li gundê Hamurlu ya navçeya Akdeniza Mêrsînê, jin bi çêkirina salçayên îsotan debara xwe dikin. Ji ber şert û mercên demsalî li gund gelek zebze hêşîn dibe û jin ji vê yekê sûdê digrin. Jinên ku ji ber zilm û zordestiya dewletê sala 80'an de neçar mane dev ji warê xwe berdin, koçî Mêrsînê bûne. Ligel şert û mercên giran, niha jin di serayan de îsot diçînin û bi berhemên wan debara xwe pêk tînin.

'Em ê dev ji axa bernedin'

Nuriye Gevhan ya ku ji ber polîtikayên koçberiyê neçar maye ji navçeya Şaxa Wanê koçî gundê Hamurluyê bibe got: "Me tu car dev ji çanda xwe berneda û em xwedî li çanda xwe derdikevin."

'Em bi hêza xwe dixebitin'

Nuriyeyê da zanîn ku, ew debara xwe bi çêkirina salçeyên îsotan pêk tînin û wiha domand: "Em di nava şert û mercên giran de salçeyên îsotan çêdikin. Em îsotan ji sereyan berhev dikin û dibin malê paqij dikin. Piştre jî, ji bo hêrandinê em li makîneyê dixin. Her wiha ji bo hişk kirinê datînin ser banî."

Nuriyeyê bi lêv kir ku, ew ligel xebatê sereyê sewalan jî xwedî dikin û her wiha destnîşan kir ku xebatên li gund tev bi pêşengiya jinan rêve diçe.

(ba/rc)