Projeyeke biçûk lê encamên mezin

09:01

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN-Komîna Şehîd Arîn a taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, projeya çêkirina zetirê dan destpêkirin. Berhema vê projeya biçûk, di jiyana jinan de encamên girîng dide avakirin.

Projeya çêkirina zetirê projeyeke piçûk lê xwedî berhemeke mezin e. Jinên di vê xebatên de cih digrin, bi berhemên xwe re tevkariyeke mezin li aboriya malabtên xwe dikin. Lijneya Aborî ya Kongreya Star piştgiriya aboriya ji Komîna Şehîd Arîn a li taxa Mehmûdiyê re kir, ji bo bikaribin zetir çêkin. Jinên di komînê de li ber stran û sohbeteke germ zetira xwe amade dikin. piştî karên wan dawî dibe, li dikana titşên zivistanê ya girêdayî Desteya Jinê û dikanên din ên sûkê jî difiroşin. Niha 3'ê jin ên di komîna Şehîd Arîn de bi vî karî re mijûlin, armanc dikin demê pêşde hejmara xebatkarên xwe zêdetir bikin.

Rêvebira Komîna Şehîd Arîn, Zînet Mehmûd ku bixwe jî di nav projeya çêkirina zetir de cih digire got: "Em li gor pîvanên ekolojîk zetirê amede dikin. Tevahî amûra zetirê em ji xwezayê pêşwazî dikin û tu madeyek kîmyewarî tê de tune ye. Lewre pir faydeya wê ji bo civakê heye."

Zînetê rewşa aboriyê ya zehmet li herêmê jî bi bîr xist û wiha axivî: "Di demeke wiha de pêwîste heye projeyên aborî ji bo jinan werin çêkirin." Zînetê anî ziman ku, wan ji ber vê pêdiviyê dest bi çêkirina zatirê kirine.

Ji Komîna Şehîd Arîn bêhna xweş ya zetirê difûre. Giyayên bêhn-xweş wek catir, kizwan, simaq, kemyon, kuncî, di nav destên jinan de ji bo çêkirina zatirê têne amadekirin.

(en/rc)