Kooperatîf çandiniyê dagata xwe parve kir

09:42

JINHA

QAMIŞLO- Kooperatîfa çandiniyê ya jinan a Qamişlo ku ser bi Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star birêxistin bûye, encama berhemên çandiniya xwe parve kir.

Kooperatîfa Çandiniyê ya jinên Qamişlo ya girêdayî Komîteya Navendî ya Aboriya Kongreya Star li gundê Navkurê yê nêzîk bajarê Qamişlo nîsk û ceh çandibû, piştî ku berhemên çandiniyê hate firotin, duh êvarê koopratîf civiya û encama berhemên xwe parve kir. Civîna kooperatîfê li parka ciwanan a Qûdurbeg pêk hat. 35 endamên kooperatîfê di civînê de amade bûn.

Endama Komîteya Aboriya Kongreya Star Medya Qamişlo encamnameya xebata kooperatîfê ya nivîskî hatibû amadekirin, xwend û diyar kir ji bilî xercên ji bo çandiniyê, dermankirin û herwiha hatin û çûyînê, dagata ji kooperatîfa çandiniyê ya nîsk û ceh hatiye bidest xistin ji her endamekê re 173 hezar lîreyê Sûriye dê were dayîn. Di dawiyê de jî Medya destxweşiya endamên kooperatîfê kir û ji wan xwest ku saleke din ya çandiniyê bi heman ked û xebatê tevlî bibin.

Jinan jî perek ji bo piştgiriya xebatên Kongreya Star veqetandin.

(en/rc)