Jinan li Hesekê yekemîn projeya xwe pêk anîn

12:55

JINHA

HESEKÊ-Meclîsa Aboriya Jinan a Hesekê projeya dimsa (salçe) îsota sor pêşxist û encamên li bendê bûn jinan bidest xist.

Li ser bingehê ku jin xwedî li keda xwe derkeve û di qada aborî de xwe bi rêxistin bike, Meclîsa Aborî ya Kongereya Star a bajarê Hesekê di 18‘ê tîrmehê de hat sazkirin û yekemîn projeya xwe ya kooperatîfa jinan a dimsa îsotan pêk anî. Encamên ku li bendê bûn hat bi bidest xistin.

Endamên Meclîsê ku ji 20 kesan û 5 rêveberan pêk tê, ev proje amade kirin. Jinên meclîsê ji bo pêkanîna vê projeyê bi 25 hezar lîreyên Sûriyeyê tonek û nîv îsotên sor çêkiribûn. Jinan di malên xwe de xebatên çêkirina dimsa îsotan pêk anîn û bi buhayeke ji sûkê erzantir firotin.

Rêvebera Kongreya Star a bajarê Hesekê Enûd Qero derbarê vê projeyê de wiha agahî da ajansa me: "Meclîsê karî ji sedî 70'ê berhemên vê projeyê bifiroşe û xebatên pêkanîna vê projeyê bidomîne. Bi vê projeyê re jî her endamekê para xwe wergirt."

Enûdê ji bo armanca vê projeyê diyar kir ew dixwazin aboriya jinê pêş bixin û alîkariya aboriya herêmê bikin û wiha pêde çû: "Ev proje ji ber dimsa me ya îsotan baş bû û buhayê wê jî kêm bû rastê elaqeyê hat û proja me ya yekemîn bi serket û ev proje wê berdewam bike."

Enûdê destnîşan kir ku wan gelek projeyên din dane pêşiya xwe ji wan, çêkirina ava bacanan, mekdûs, bastik û benî çêbikin û ji jinan jî xwest ku bi beşdariya xwe tevlî aboriya herêmê bibin.

(ls/en/rc)