Xwarinên ku amade dike li ser tezgaha xwe difroşe

09:07

Fîlîz Zeyrek/JINHA

EDENE- Fatma Dogan ya tezgah ji xwe re vekiriye, li wir borek, patîle û cureyên din yên xwarinan çêdike û difroşe. Kesên jê dikirin jî bi dilrehetî dixwin.

Jinên ku deriyê jiyana xebatê şikandine li her qadê tevlî hilberînê dibin. Li Edneyê li ser Cadeya Muzeya Etnografyayê jina bi navê Fatma Dogan tezgah vekir û çoreg, boreg, xwarineke herêmî sikma û patîle difroşe. Fatma ku sê mehe li vir tezgah vekiriye tevî hemû zor û zehmetiyan li ser piyên xwe disekine. Fatmayê da zanîn ku her jin di aliyekî jîrbûna wan heye û got divê vê kifş bikin û wiha pê de çû: "Ez ji ber dixebitim gelek gelek kêfxweşim. Ez ji karê xwe hez dikim. Jina bixebite xurte. Her ku xurt bibe jî xweşik dibe. Bila hemû jin bixebitin."

Bi dilrehetî tê xwarin

Fatma her sibeh saet di 06.00'an de ji navçeya Sariçam tê tezgaha xwe vedike. Hevîr û alavên xwe yên hundirê xwarinan digire û tê. Borek û patîleyê li ser sêla xwe dipijirîne bi tezetî tê firotin. Ji ber hesasiyeta jinê derdora wê jî paqije û ji ber vê xwarin bi dilrehetî tên xwrain. Borek bi 1-2 lîrayî tê firotin û heta 16.00'an roja xwe wisa derbas dike.

(hu)