Jin bi 'Savûşka' re aboriya alternatîf pêş dixin

09:10

Vildan Atmaca-Hatice Kaya /JINHA

MÛŞ - Xebatên Navenda Piştgiriya Jinan Şavûşka ya li navçeya Gimgima Mûşê îsal bi projeyên li ser aboriya jinan dest pê dike. Endama navenda Savûşkayê Ezgî Aktay li ser xebatên xwe agahî dan û diyar kir ku, armanca wan ew e gûhdarî jinan bikin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Li navçeya Gimgima Mûşê, di 15'ê Adara sala 2015'an de Navenda Piştgiriya Jinan Savûşka hat vekirin. Navend navê xwe ji navê Endama HPG'ê Savûşka Adar (Gulcîhan Sonmez) a di sala 2008'an de li navçeya Mutkî ya Bidlîsê jiyana xwe ji dest daye digire. Roja hatî vekirin heya niha eleqeya jinan ji bo navendê zêde ye. Endamên navendê jî ji bo jinan bernameyan amede dikin, semînerên tendûrîstiyê didin û jin li navendê bi rehetî sohbet dikin. Xebatkarên navendê ji bo sala nû jî dest bi xebatên xwe kirine.

'Armanca me ew e ku ligel jinan piştgiriyê mezin bikin'

Endama Navenda Piştgiriya Jinan Savûşkayê, Ezgî Aktay girêdayî xebatên li navendê tên kirin wiha axivî: "Armanca vekirina Savûşkayê ew e ku jin piştgiriyê bidin hev. Em jî pirsgirêkên wan çareser bikin. Li ser daxwaz û kêmasiyên jinan me navenda xwe vekir. Da ku jin tenê li ser lingê xwe bisekinin û hewceyî kesê nebin. Ji bo jinan em çalakî û bernameyên cuda amade dikin. Eleqeya jinan jî ji bo navendê zêde ye."
Ezgî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em navenda xwe didin naskirin. Da ku jinên navçeyê hînê navendê bibin. Armanca me ya herî mezin ew e ku piştgiriyê ligel jinan mezin bikin. Bernameyên li ser tundiya jinan tên dayîn. Ji bo dema şidet tê kirin dê jin çawa bikare xwe biparêze."

'Me ji bo aboriya jinan jî dest bi xebatan kiriye'

Ezgî ji bo bernameya xebatên sala nû dane pêşiya xwe jî wiha got: "Em ê di vê pêvajoyê de li ser tax û gundên Gimgimê bisekinin. Semînerên li ser zayendî, tendûrîstî, paqijî bidin. Em navendê didin naskirin, da ku bizanin û baweriya wan hebe. Her roj serlêdan û ziyaretên jinan ji bo navendê zêde dibin. Daxwazên jinan niha di aliyê aboriyê de hene û em jî ji bo wan dest bi xebatan dikin. Armanca herî mezin ew e ku renq û keda jinê derbêxin holê."

(zt)