Kooperatîfa Pêngava Yekem ji jinan re qada îstîhdamê vedike

09:02

JINHA

STENBOL-Kooperatîfa Jinan a Pêngava Yekemîn ku ji bo jinan qada îstîhdamê diafirîne û di gelek mijaran de xebatên perwerdê dide meşandin, bi odeya lîstikê re ji bo pêşketina zarokan jî dibe destek.

Gultan Bîngol ji bo taxa Nurtepe ya girêdayê Navçeya Kagithane ya Stenbolê li ser esasa 'Divê ji bo jin û zarokan tiştek bê kirin?' derdikeve rê.Gultan di 2001'ê de ji xebatên Weqfa Nirxandina Keda Jinê (KEDEV) jî agahdare û çîroka wê ya hewldanê ji vir destpê dike. Gultan bi saya hevalek xwe jinên weqfê nas dike û di encama fikrên digire de Kooperatîfa Jinan a Pêngava Yekemîn vedike. Di koperatîfê de ji bo pêşketina jinan, aboarî û şîdeta li ser jinê perwerde tê dayîn. Her wiha odeya lîstikê jî heye û ji bo zarokan jî perwerde tê dayîn.

'Em armanc dikin ku jin aboriya xwe qezenc bikin'

Gultanê behsa xebatên ku dimeşînin kir û wiha berdewam kir: "Em li taxa Nurtepe xwe rêxistin dikin. Em hewl didin jin xwe xurt bikin. li gel vê em qadên hevpar ji bo jinan diafirînin. Di rojên borî de xebatek me ya karasetê hebû. Jinên Nurtepe hatin cem hev. Me li ser mijarên karasetê axivî."

Gultanê diyar kir kul i koperatîfê her tişt li gorî jiyana hevpar a jinan hatiye sererastkirin û bi maşîneyên dirûnê yên hatine bexşkiri pêlîstok û çente tên çêkirin û ev jî piştgiriyê didin aboriya jinê.

'Hewldana me eve ku kooperatîf neyê girtin'

Gultanê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Em salê carekê bi hemû koperatîfên jinan yên Tirkiyeyê re civînekê dikin. me bi koperatîfên li Amed û Wanê re bi rêk û pêk hevdîtin kirin. Hewldana me ya herî mezin eve ku kooperatîf neyê girtin. Koperatîfên jinan lijneyên ku serbixwe xebatan dimeşînîne."

(dyc-odk/hu)