Li Parka Şehîd Fatma xwaringeha jinan hat vekirin

13:57

KOBANÊ- Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star li Parka Şehîd Fatma xwaringehek hat vekirin.

Li Kantona Kobanê bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star xweringehek li Parka Şehîd Fatma hat vekirin. Di merasîma vekirinê de tevahî Saziyên Civaka Sivîl, Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, endamên Asayîş û Trafîkê, YPJ/ YPG'ê Saziya Malbatên Şehîdn, Rêxstina Sara û PYD, Kongra Star amede bûn.

Rêveberiya Kongra Star Felek Yusif derbarê vekirina xwaringehê de wiha got: "Mebesta me ji vekirina vê xwaringehê ew e ku gelê Kobanê çanda xwe ya çêkirina xwarinên herêmî ji bîr nekin û her wiha ji bo ku jin li vir aboriya xwe ya xweser bi xwe pêşwazî bike."

Xanim Hibo jî têkildarê vekirina xwaringehê de wiha got: "Em îro pir kêfxweş in, ji ber ku bi vê gavê re em parastina çanda xwe dikin û jin jî bi vê projeye re dikare aboriya xwe bi xwe peyda bike."