Li Bêgiriyê ‘Mala Xwarinê ya Jinan’ û ‘Bazara Vekirî ya Keda Jinê’ tê vekirin

09:36

WAN – Hevşaredara Bêgiriyê Safure Guneş diyar kir ku li Bêgiriyê bi armanca ku îstîhdama jinê zêde bikin û keda jinê bidin xuyakirin di demek kurt de ‘Mala Xwarinê ya Jinan’ û ‘Bazara Vekirî ya Keda Jinê’ vedikin. Safureyê anî ziman ku wê xebatan bidomînin.

Piştî pergala hevserokatiyê ket jiyanê şûnde di rêveberiyên herêmî de xebatên jinan jî ketin jiyanê. Li navçeya Bêgiriyê ya Wanê bi armanca ku keda jinê bê dîtin şaredarî xebatên xwe didomîne.Şaredariya Bêgiriyê ku rêveberiya jinê esas digire ji bo jinan ‘Bazara vekirî ya Keda Jinê’ û Mala Xwarinê ya Jinan’ vedike. Hevşaredara Bêgiriyê Safure Guneşê têkildarî xebatên jinan de agahî da û bi lêv kir ku armanca wan eve ku jiyana jinan hêsan bikin û xebatên xwe di esasa daxwaza jinan de pêk tînin.

‘Emê bibin alîkarê jinên esnaf’

Safureyê anî ziman ku li navçeyê cafe û lokante li gorî mêran hatine çêkirin û anî ziman ku Mala Xwarinê ya Jinê bi tevahî li gorî daxwaza jinê çêdikin. Safureyê wiha berdewam kir: “Di nav xebatên me de Mutbexa Jinan jî wê hebe. Jinên li navçeyê bixwazin kargeriyê vebikin ji sedî 25 wê daxistin hebe. Ev bi biryara meclîsa şardariyê ket jiyanê. Bi vî awayî jinên nû dest bi esnafiyê bikin, emê alîkar bin. Li navçeyê hemû cih li gor mêran çêbûne. Li vir jin pir kêm bi malbata xwe re derdikevin derve. Ji bo jin rehet derkevin der em dixwazin cih hebe. Bi vî awayî jî wê jib o jinan bibe îstîhdam.”

‘Jin kedek mezin didin’

Safureyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku li taxan bi jinan re hatine cem hev û got: “Ji bok eda jinê bê dîtin emê Bazara Vekirî ya Keda Jinê vebikin. Me daxaza bazarek taxê ya jinan kir. Me dît ku jin kedek cidî dide hilberînên destan yên li malê çêdikin. Lê keda wan nayê dîtin. Qadeke wan ya ku van hilberînan bifroşe tine. Ji ber vê tezgeha ku ji bo wan bê dayîn wê pirsgirêka wan ji holê rabike.”

Safureyê di dawiya axaftina xwe de got xebatên wan yên ji bo jinan yên wekê tenduristî, perwerde û yên din didome û got di mijara perwerdehiyê de bê pere xizmetê didin jinan.