ji bo ji nû ve avakirina Kobanê şano
09:10
JINHA
ŞIRNEX- Li Cizîrê ji bo piştevaniya ji nû ve avakirina Kobanê şano hat amadekirin û lîstin. Şanoya bi navê 'Em Hun Ew' hat lîstin û rastî eleqeyek mezin hat.
Şaxa Egitim- Sen a navçeya Cizîra Şirnexê bi armanca alikari bide ji nû ve avakirina Kobanê şanoya bi navê "Em hun û Ew" hat amadekirin. Sanaryoya ku ji aliyê Şanoya Boxazîçî ve hetiye nivisî jiyana kurdek, tirkek, ermeniyêk û mitirvek li cihê kevnefiroşiya pitûkan digihîne hev û pirsgirêkê ku dijîn vedibêje. Di finala leystikê da hemu listîkvan li ser sifreyek dewlemend ku rengê kurd,ermenî û mitirb jî têde hene nan dixwin û peyama xweşik bûna rengên cuda û hevkariya van rengan dide.
Şano li Navenda Çand û Hunera Mem û Zînê hat nîşandan. Şano rastî eleqeyek mezin hat di navê de Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret, parlementerê HDP'ê Faysal Sariyildiz û gelek endamên sazî û dezgehên Cizîrê jî di navê de gelek welatî beşdarî temaşekirina şanoyê bûn. Dê dahata şanoyê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bê şandin.
'Emê pêşerojê bi hev re ava bikin'
Piştî slavkirina listîkvanan Nunerê Şaxa Egitim-Sen a Cizîrê Osman Tetîk axivî û diyar kir ku civak ji berê de hatiye perçekirin û li ser nasnemeyên perçekirî sîyaset hatiye kirin û wiha domand: "Êdî dema siyaseta ser 'Em Hun Ew' derbas bû em dixwazin bi hişmendiya netewa demokratîk pêşeroja xwe ji nû ve avabikin."
(ma/zt)