'Hebûna mirovan bi ziman diyar dibe'
09:51
Cahide Harputlu/JİNHA
AMED - Rêvebera Kurdî-derê ya Erxenî Makbûle Karakaya di der barê Cejna Zimanê Kurdî ya 15 Gûlanê de axivî û diyar kir ku zimanê Kurdî divê li hemû cîhanê were nasandin û wek zimaneki fermi were qebûl kirin. Makbûle got: ''Ziman di navbera dê û zarokan de têkiliya yekem danîye û ya herî girîng e.''
Cejna Zimanê Kurdî, bi mûnasebeta salvegera derxistina kovara Hawarê ya di sala 15 Gûlan a 1932'an tê pîroz kirin. Kovara Hawarê wek tê zanîn ji alî Celadet Elî Bedirxan li Şamê hatibû derxistin û yekemîn berhema ku bi tipên Latinî hatiye nivisandine ku di derbasbûyina elfebaye Latinî de jî mîladek e. Kovar, giranî bi zaraveya Kurmancî û bi zimanê Fransizî hatibe nivisandin jî cîh daye zaraveyên Kirmançkî, Soranî û zimanê Erebî jî. Celadet Elî Bedirxan rewşenbîrek Kurd ya herî tê nasîn e ku ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelek xebatên giring kiriye û ji ber van xebatan sirgûn bûye, gelek bedel daye. Kovara Hawarê ya di sala 1932'yan de derxistibû li ser wêjeyê bû û ji bo rewşenbîrên wê demê peywira akademiyê didît. Lewre rewşenbîrên wek Cegerxwîn, Rewşan Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Kamûran Elî Bedirxan û Dr. Nurettîn Zaza û gelek kesên din vê demê têgihîştin. Zimanê Kurdî ji ber ku bi hezar salan e di bin bandora dewletên dagirkeran de mane her tim bi xeterebûyina pişaftinê re jî rû bi rû maye û parastina ziman ji bo gelê Kurd girîngiya xwe didomîne.Kovara Hawarê jî bi salane liser weşanên Kurdistanê gelek bi bandor e. Ji ber vê jî ji sala 2006' an heta niha roja 15'ê Gûlanê wek cejna zimanê Kurd^ş tê pîroz kirin. Rêvebera Kurdî-derê ya ErxenîMakbûle Karakaya jî der barê vê rojê de axivî û da zanîn ku hebûna mirovan bi zimanê wan diyar dibeû got:''Ziman di navbera dê û zarokan da têkiliya yekem datîne û ya herî girîng e.''
'Zimanê Kurdî divê li hemû cîhanê were nasandin'
Makbûle bal kişand ser pişaftina ziman û diyar kir ku zimanê Kurdî divê li hemû cîhanê were nasandin û wek zimaki fermi were qebûl kirin. Makbûle axaftina xwe wiha domand:''Hemû xebatên me jî bo vê ye lê mixabin iro qasî em bi sîyasetê re mijûl dibin bi ziman re mijul nabin. Ji bo pêşeroja gelan ziman ya herî giring e û divê teqez perwerdehiya wê hebe. Em bi vê baweriyê cejna zimanê Kurdî li hemû Kurdan pîroz dikin.'' Mamosteya Kurdî-der'e Veysî jî bal kişand têkiliya ziman û jinê û diyar ku mamosteya yekemîn ya ziman dayik in. Veysî axaftina xwe wiha domand:''Kêmasiya me ya vir ewe ku mamosteyên me yên jin tune ye. lê daxwaz û hewldana me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê heye.'' Veysî diyar kir ku divê hemû kes ji bo zimanê xwe pêş bixîne hewlbide û got:'' Celadet Bedirxan dema dest bi xebatên ziman kir rastî pir tengasiyan hat, sirgûn jî bû lê dev ji xebatên xwe berneda. Divê gelê me jî di vê fikr û ramanê de li zimanê xwe xwedî derbikeve''
'ji bo jiyandina ziman xwedî derketin şert e'
Saziya Kurdî-der'ê ya Erxenî jî ji 2010'an heta niha xebat dide meşandin û heta niha gelek xwendekar ji vir mezûn bûye ku niha hin kes ji wan mamostetiya zimanê Kurdî dikin. Niha jî di 3 polan de perwerdehiya Kurmancî tê dayin û poleki Zazakî jî hatiye vekirin. Lewre taybetmendiyek Erxenî heye ku li vir him zaraveya Kurmancî, him jî Zazakî tê axaftin. Xwendekarên ku ji bo hînbûna ziman li vir dersê dibînin jî anîn ziman ku di bin bandora pişaftina pergalê de mane û heta niha zimanê xwe ya dayikê fêr nebûne lê ji bo vê di nava hewldanê de ne. Xwendekara ku navê wê Sînem e da zanin ku li metropolên Tirkiyê mezin bûye û ji ber vê heta niha bi zimanê xwe neaxiviye, daxwaz dike ku ev kêmasiya bi salan ji holê rabike. Sînem der heqê jiyana xwe de jî axivî û got:'' Ez ji Dersîmê me lê niha li gundekî Erxenî mamostetî dikim. Dersa Kurmancî de di asta yekeminde me lê hewldana min ji bo pêşketinek xurt e. Lewre dixwazim têkiliya min û xwendekarên min jî hê baş be bi vî awayî.''
Xwendekarê bi navê Tûlay jî dest nişan kir ku ziman ji kal û pîran mîras maye û divê were parastin. Tulay daxwaza xwe ya hînbûna ziman jî vegot û got:'' Ez bi axaftina kurmancî dizanim lê dixwazim ji alî nivisandin û xwendinê de jî xwe pêş bixînim, ji ber vê jî min dest bi qursê kir.''
Xwendekar Yağmur jî ji bo roja zimanê Kurdî hêvî û daxwazên xwe anî ziman û got: ''Kurmancî fêm dikim lê ji ber ku di malbata min de Kurmancî pir nehatiye axaftin ez jî baş nizanim. Daxwaza minzindîbûna hemû zimana ye. Ji bo vê jî divê xwedîderketina zimanan hebe ku ziman werin jiyandin.''
(ch)