Şahiya Cejna Zimanê Kurdî
10:47
JİNHA
AMED - Li navçeya Erxeniya Amedê şahiya Cejna Zimanê Kurdî hate li darxistin.
Li Şaxa KURDÎ-DER a Erxenî bi mûnasebeta cejna zimanê Kurdî bi tevlîbûna sedan welatiyan şahî hat e li dar xistin. Şahî li salona dawetê Sarayê ya taxa Tokiyê hate çêkirin. Hevserokên KURDÎ-DER'ê Mehmet Taşkesen, Makbule Karakaya, rêveberên KURDİ-DER'ê û bi sedam welatî tevlî bûn. Li salonê pankartên "zıman beden e, çand bedene, erdnigari beden e, lı bedena xwe wedi derkevin" hate daliqandin. Şahî bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê û demokrasiyê destpêkir û piştre jî li ser dîroka zimanê Kurdî axaftin hate kirin. Piştî axaftinan hunermend Âzad Amara, Aynur Polat, Celal Tuncay û herî dawî Seyda Perînçek derketin ser dîke. Şahî heta derengiya şevê bi dîlan û tilîliyan û bi sloganên wek "Bîjî Serok APO", "Şehit namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" berdewam kir.
(ch)