Domandina Pêşengeha Pirtûkan a Amedê tê xwestin
12:21
JINHA
AMED - 1'mîn Pêşengeha Pirtûka a Amedê bi dawî hat. Hemû xwendekarên ku berê xwe dan pêşengehê ji pîrê wê heya ciwanê wê ji demê ku hatibû diyar kirin ne razîbûnê xwe anîn ziman. Xwendekaran daxweza xwe ji Şaredariyê re wiha anîn ziman: "Em di salê bê de daxweza cih û demên hîn dirêjtir dikin."
1'mîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya ku di 12'ê Gulanê de despêkiribû bi dawî bû. Pêşengeha ku li qada Jiyana hevpar Sumerparqê hatibû despêkirin, bi hevpeyvîn, semîner û navîşa nivîskaran reng dabû, bi hemû coş û kêfxweşî qediya. Li ser rewşa pêşdeçûna pêşengeha ku di 12'ê Gulan despêkiriye û di 17'ê Gulanê de qediye, Feleknas Esmer axivî. Feleknas diyar kir ku ew pirtûkên ku xwestiye li pêşengehê peyda kiriye û wiha got: "Ez 45 salîme. Heya niha tu car min pirtûk nestandine ji ber ku hemû pirtûk bi zimanê tirkî bu. Ez tirkî dixwînim lê tênaghêm. Li pêşengehê pirtûkên Kurdî hebûn ez gelek kêfxweşbûm, ezê nekaribim hemû pirtûkên kurdî bixwînim, ji ber xwendina min ne gelek başe. Lê belê tenê ji ber ku em li hember pirtûkên kurdî bi hesret mane, min gelek pirtûkên kurdî stand.
'Ji ber ku pirtûk bi zimanê Kurdî bû min gelek pirtûk stand'
Feleknas diyar kir ku, ew herî zêde li pêşengehê pirtûkên çîrokî ecibandiye û wiha got: "Dema ku min pirtûkên Siyabend û Xecê, Mem û Zîn û Derwêş û Edûlê dît ku hatiye çapkirin ez gelek matmayî mam. Ji carek ve çîrokên ku dayika min û mezinên gundê me vedigotin, hatin berçavê min. Ez gelek pê bandor bûm û min di dilê xwede got 'Bijî ji nivîskarên Kurd re'. Pêwîste em xwedî li nivîskarên xwe derbikevin. Di pêşengêhên bi vî awayî de pêwîste em wan bi tenê nehêlin û li ba wan bin. Nivîskarên ku em birin bîranînê me yê kevin em wan spas dikin. Berê eşqa me ya mîna Derwêş û Edûlê hebû piştre bû çîrok û mezinê me ji mere ravekirin. Niha jî wek pirtûk hate berdestê me. Vêca ji vir û şûnve pêwîste em, wan hest û evîna rast bidin jiyan kirin."
'Pêwîste ez hemû pirtûkan bixwînim'
Fîgen Eren ya ku tevî zaroka xwe hatibu pêşengehê got: "Me gelek pirtûk peyda kir. Bi taybet standa weşana ku hertim jê pirtûk distînim min li vir dît ez gelek pê kêfxweş bûm."Li aliyê din zaroka wê ya 12 salî Baran Can Soyvural jî got: "Meraqa min herî zêde li hember pirtûkên zanîna teknîkê heye. Gelek pirtûkên ku lêdigerim min li vir peyda kir. Demek dirêj çêbû ez armanc dikim bi hezaran pirtûk bixwînim. Ev pêşengeh ji bo min gelek başbû, dê lêgerîna min a pirtûkan zêde be. Lê ez daxweza cihek ji vir mestir dikim."
'Derfetê me çêbû em bi nivîskaran re nîqaş bikin'
Meral Geylanî ji roja 1'mîn heya roja dawiyê pêşengehê bernedaye û anî ziman ku, bi sedema pêşengehê ew derfet dîtiye bi hemû nivîskaran re nîqaşan bike û wiha got: "Ji roja 1'mîn heya niha tevlî piranî hevpeyvîn û semînerên ku li pêşengehê hatî li darxistin bûm. Hevpeyvînên bi hêz pêkhat. Pêşengeh bu şansek ku ez gelek nivîskarên kurd nasbikim. Nû fêrî zimanê Kurdî dibim ji ber derfetê destê min de zêde tinebû. Min pirtûkên nivîskarên ku ji wan hezdikim yên ku wergerî kurdî kirine min girt. Payîn dikim ku eger pirtûkên kurdî bixwînim dê zimanê min a kurdî jî gelek baş bibe." Meral da zanîn ku di demên pêşde dê ev pêşenge ji hemû nivîskarên cîhanê re bibe navendek ku meraqê wan çêbe û wiha pêde çû: "Dê meraqê gelek nivîskar li hember pêşengeha bajarê Amedê pêşbikeve. Em tevlî hevpeyvîna nivîskar Davîd Harvey bûn. Davîd di hevpeyvîna xwe de behsa bandora kapîtalîzmê ya li ser mirov kir û diyar kir ku pêwîste em dijberê kapîtalizmê têkoşîna xwe bidin. Li aliyê din hevpeyvîna Îsmaîl Beşîkçî jî gelek baş derbasbû." Meral dawî de destnîşan kir ku, li pêşengehê pirtûkên ser ekolojîyê balê mirov dikêşe û her wiha gelek xwendekar bi hişmendiyek ya xwezayî wan pirtûkan girtin.
'Zarok cardin dixwezin'
Zarokên ku temenê wan navbera 10 û 12'an de, Sînem Alp, Lorîn Alp û Sarya Aras dan zanîn ku, bi taybet ji ber ku cihê pêşengehê di nava parqê deye ew gelek kêfxweşin. Sînem got: "Hemû pitûkên ku min dixwest min peyda kir. Sarya û Lorîn jî gotin: "Ji ber ku pêşengeh di nava parqê debû em gelek kêfxweşbûn. Dema ku em li pêşengehê pirtûk digerin û diwestiyan ji bo bêhindanê em diçûn bin dara û li parqê ji xwere dileyzin. Ji ber ku cih bi ewleye, malbata me jî zêde me meraq nake. Her wiha zarokên bi navê Muhammed Kaya 12 salî û Sedat Kaya diyar kirin ku ew tenê pirtûkek standine ji ber ku perê wan tûneye. Muhammed got: "Ji mera gotin pirtûk ji bo zarokan hatiye erzan kirin, lê bi halê wê ya erzan jî em nikarin bistînin. Ji ber ku perê min qet tuneye min nekarî pirtûk bistînim. Min pêşengeh ne eciband. Eger pirtûk ji yên ku perê wan tûne be re bidin wê hîna baştir biba." Sedat jî got: "Pirtûk gelek bûhane. Berîka min de tenê 1 lîra hebû û min got dibe ku em tiştek bistînin. Lê bûhaye. Ez jî ji bo ku vala nezivirim min pirtûka çîrok a 'Kîbrîtçî Kiz' stand."
(rc)