Rojên Aram Tîgran dest pê kir

17:17

JINHA

AMED - Rojên Hunerê yên Aram Tîgran ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Hadê Amed, Roj Roja Hunerê ye” li dar dixe, dê di 10'ê pûşperê de dest pê bike û 13'ê pûşperê de jî bi dawî were. Rojên Hunerê yên Konservatura Aram Tîgran îsal cara çaran tê lidarxistin û tê de konser, şano û fîlm hene û mêvanê îsal Mikaîl Aslan e.

Zarok bernameyê didin destpêkirin

Bernameya Rojên Hunerê ya ku wê di 10'ê pûşperê de roja çarşemê saet 18.00'an de bi konsera zarokan a Beşa Zarokan a Muzîkê ya Konservatuara Aram Tîgran dest pê bike. Konser li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê dayîn û piştî konsera zarokan, vê carê saet 20.00'an de konsera mezinan heye. Hunermend Mikaîl Aslan jî wê beşdarî vê konserê bibe.

Nîşandana fîlman

Di 11'ê pûşperê de roja pêncşemê jî xwendekarên Beşa Sînemayê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn û Konservatuara Aram Tîgran dê fîlmên xwe nîşan bidin. Saet 19.30'an de dê li Hêwana Navenda Çandê ya Cegerxwîn fîlma “Zayîn” a Sêvînaz Evdikê, “Nasname”ya Stêrk Çîgredaş, “Aştî”ya Egît Kolakan û “Parî”ya Emîne Deger bêne nîşandayîn. Piştî fîlmê li salonê Trio Ud wê were pêşkêşkirin.

Hêjayî gotinê ye, Trio Ud, ku Neşet Güçmen, Yekbun Avşar û Şervan Taşkıran bi uda xwe û Azat Yilmaz jî bi perkûsyona xwe pêşkêş dikin, dê 12'ê pûşperê de roja înê saet 20.00an li Dêra Surp Giragos dubare bête pêşkêşkirin.

Her weha di 13'ê pûşperê roja înê xwendekarên Beşa Sînemayê ya Navenda Çandê ya Cegerxwîn û Konservatuara Aram Tîgran dê fîlmên xwe nîşan bidin. Ev fîlm jî saet 14.00an li Sînemaya Burhan Karadenîz têne pêşkêşkirin.

(rc)