Bi zimanê wêjeya feminîstan kovara 'Jina Dîn'
14:02
Dilan Karamanoglu / JINHA
STENBOL - Kovara feministan ya bi navê 'Jina Dîn' ku ji mijarên çand, wêje û polîtîkayê pêk tê û sê mehan carekê derdikeve bi dosyeya xwe ya 'şidet'ê di nava refan de cîhê xwe girt. Ji edîtorên kovarê Eda Agca û Melike Olker ji roja derketina kovarê heya niha him tengasyên ku jiyandine him jî pêvajoya derketina kovarê nirxandin.
Kovara feministan a çand, wêje û polîtîkayê ya bi navê 'Jina Dîn' bi dosyeya xwe ya 'Şidet' ê di refan de cîh girt. Kovara Jina Dîn ya ku hijmara 6'emîn jî derket bi edîtoriya du jinên ciwan yên xwendekarên zanîngehên derdikeve. Hejmara destpêkê ya kovara ku mijarên feministan yên çand, wêje û polîtîkayê dike mijara xwe di 8'ê Adara sala 2014'an de bi dosyeya 'dînitî' derket. Edîtorên kovarê Eda Agca Beşa Wêjeya Hemberhevî ya Zanîngeha Zanînê ya Stenbolê dixwîne, Melike Olker jî Beşa Çand û Wêjeya Emerîkan a Zanîngeha Stenbolê dixwîne. Eda û Melike yên ku ji salên lîsê heya niha hevalên hev in berhevkirina Kovara Jina Dîn, giringiya zimanê feministan a derxistina kovarê de nirxandin.
'Hejmara destpêkê di 8'ê Adar a Roja Jinên Cîhanê de derket'
Melike der barê biryardayîna derxistina kovarê de wiha axivî: "Ya rastî em pir demdirêj ser derxistina vê kovarê nefikirîn. Fikra kovar derxistinê ji nişkave derket holê. Girêdayina me ya tevgera jinê û wêjeyê li ser biryara kovarê pir bi bandor bû.'' Melike anî ziman ku hejmara destpêkê ya kovarê di 8'ê Adar a Roja Jinên Cîhanê de derket.
'Tiraja kovarê nêzî hezari ye'
Melike destnîşan kir ku berî kovarê derxînin ser mijarên wê nîqaş dikin, di her hejmarekê dosyayê amade dikin û wiha berdewam kir: "Em dosyayên xwe di medyaya civakî de didîn bihîstin. Nivîsên ji bo me tên em dinirxînin, û li gor zimanê kovarê ji ber çavan derbas dikin. Li gor vê divê gotinên nijadperestî, gir û zayendîtî tê de tunebin.'' Melîke destnîşan kir ku pêşî navê kovarê pir hatiye nîqaş û rexne kirin lê niha bertekên neyinî nagirin û niha tiraja kovarê nêzî hezari ye."
'Ji bo derketina kovarê em gelek şanaz bûn'
Melike bi lêv kir ku destpêkê li ser medyaya komî Nebahat Akkoç alîkarî da kovara wan, ji bo kovara wan nivîs nivîsand û wiha berdewam kir: "Em gelek şanaz bûn. Ji ber tiştek di destê me de nebû. Me bixwesta nexwesta em di nava metirsiya dê derkeve yan na de bûn. Lê alîkariya Nebahat em gelek şanaz kirin. Her wiha Aksu Bora jî bi heman awayî piştgirî da me.''
'Piranî nivîsên ser wêjeyê ne'
Edîtora Kovarê Eda Agca jî diyar kir ku ji bo kovar di 8'ê Adarê de derkeve wan kedek mezin da û wiha got: "Ji ber ku girêdayî derxistina kovarê me tiştek nizanîbû, me tengasî jiyan dikir. Mînak em ji bo çap kirina kovarê çûn matbaayê ji me re gotin belgeya we ya ji dozger tê girtin heye an na? Me pêwistiya belge girtinê ji ber ku nizanîbûn rê û rêbazên çap kirina kovarê jî bi vî awayî hîn bûn.'' Eda da zanîn ku li Tirkiyê 5 an 6 kovarên feministan ya mehane hene. Cudahiya kovara me jî ew e ku bi giranî li ser wejeya feminîzmê disekine . Di vî warî de yekemîn e.
'Em ê hejmara xebatkarên xwe zêde bikin'
Eda tengasiyên ku ji alî aborîde jiyan dikirin vegot û da xuya kirin ku ji bo çapkirina kovarê pêk bînin li karên cuda de xebitîne lê niha pirsgirêka wan a aboriyê nemaye. Eda destnîşan kir ku heta niha kesên ku bi dilxwazî bi wan re xebîtîne hene û dixwazin ev hejmara xwe zêde bikin.
'Êm dikarin weşanxaneyek a feministan vebikin'
Eda bi lêv kir ku ew dixwaze nûçeyên jinan çêke û wiha berdewam kir: "Dema ku matbaya jinan vebe em ê ji bo vekirina sîteya nûçeyên jinan jî têkevin nava hewildanan. Em dixwazin salên demdirêj kovar derkeve. Dibe ku di demên pêş de em weşanxaneyek a feministan jî vebikin."
'Hejmara kovarê ya dawî li ser 'şidet'ê ye'
Eda pêvajoya derxistina kovarê wiha vegot: "Hejmara me ya yekem de me dosyaya 'Dînîtî' derxist, piştre 'Hiş', 'Hêvî şikestin', 'Beden û Trên', 'Nîşeyên di tekoşîna dîroka jinan' û hejmara dawiyê jî ser 'Şidetê' derket." Eda anî ziman ku hejmara dawiyê komkirina gelek bûyerên şidetê yên hatîn jiyan kirin e.
Eda di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di kovarê de nivîsa destpêkê li ser 'Romanên Perihan Magden û Zimanê Şidetê' ye û wiha berdewam kir: '' Ji derveyî wê şideta nava kolanan û çîrokên şideta nava malê jî cîh digirin. Di hindirê wê de nivîsek ya şideta derunî vedibêje heye. Her wiha di nava kovarê de ferhengek ya ser şideta zayendî heye. Di kovara nivîsên çandê û nirxandin tê de cîh digirin di vê hejmarê de nirxandinên namzeta Herêma 3'emîn a HDP'ê ya Stenbolê Hulya Îmak heye. Di hijmara dawiyê de girêdayî şideta ser jinan di televizyon û sînemayan de jî nirxandinek heye."
(en-dc/zt/ch)