Yekemîn perwerdehiya Komûna Fîlm tê dayîn
12:45
Zerîn Kurtay- Roksan Efrin
QAMÎŞLO - Komûna Fîlm, li Rojava ji bo sînemaya şoreşger a alternatîf pêş bixînin hatibû ava kirin dest bi xebatên xwe kir û yekemîn dewreya perwerdehiyê vekirin. Jinên sînemager a tevlî perwerdehiyê bûn anîn ziman ku bi hêza sînemayê wê danasîna çandî pêk bînin.
Li Rojava çend roj berê Komûna Fîlm hate ava kirin. Komûna ku li bajarê Dirbesiyê ya girêdayî Kantona Cizîrê ye kedkarên sînemayê ya wek, Zana Dîlan, Onder Çakar, Ronahî Berxwedan û Şêro Hindê tê de cîh digrin. Komûna Fîlm dest bi xebatên xwe jî kir û ji bo ciwanên meraqa wan li ser sînemayê heye yekemîn dewreya perwerdehiyê vekirin. Xwendekarên sînemayê bi pêşengtiya kedkarê sînemayê û senarîst Onder Çakar re dest bi dersan kirin. Xwendekar Lara Elî der heqê perwerdeya mehek berdewam bike de agahiyan da û anî ziman ku çand nîrxa hevpar a hemû gelan e.
'Jinên ciwan dê pêşeng bin'
Lara bilêv kir ku ên çanda gelan diyarker dike ziman e û wiha berdewam kir: ''Em perwerdeya nasandina çanda gelan û çêkirina fîlmên sînemayê digrin.'' Lara destnîşan kir ku ji bo şoreşa Rojava û ya jinê bide nasîn beşa sînemayê hilbijartiye û got: '' Em dixwazim ku li hemberî windekirina çand û hunera Kurdan bersivek şoreşgerî bidin. Bi taybetî jî jinên ciwan ji bo parastin, danasîn û pêşketina çanda Kurdan divê kedek mezin bidin. Ez bawerim ku jinên ciwan dê pêşeng bin''
'Jin çandê diparêzin'
Kîfe Çîlo ya xwendekarê sînemayê ye barkêşiya jinê ya çandê bibîr xist û anî ziman ku jinên şoreşa Rojava afirandine wê di hunerê de jî pêşengtî bikin. Kîfe da zanîn ku di fîlman de lîstîkvaniyê jî dike û axaftina xwe wiha domand: ''Em ji bo nasandina çanda xwe û fêmkirina çandên cuda perwerdehiyê dibînin. Qada sînemayê qadek girîng e. Li hemberî kapîtalîzmê divê em bi sînemaya alternatîf têbikoşin. Em dizanin ku civak jinê wek amûrê reklamê dibîne, em jî ji bo jinê bikin ozneya sînemayê têdikoşin. Jin jî bila desturê nedin hewldanên qirêj û çanda xwe biparêzin''
(ch)