Mihrîcana zarokan bi tevlîbûna zarokên Koban û Şengalê berdewam dike
13:43
Roksen Efrin-Rosida Ranya/JINHA
QAMIŞLO - Zarokên Koban û Şengalê jî hunera xwe tevlî Mihrîcana Zarokan a bajarê Qamişlo kirin.
Mêhrîcana Zarokan a li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo yê Kantona Cizirê di 2 yê tebaxê de despêkirî hîna berdewam dike. Ji her bajaran zarok tên beşdarî mêhrîcanê dibin û hunera xwe pêşkêş dikin. Duh zarokên Kobanê İro jî zarokên Şengalê bi kelecanek mezin beşdarî mêhrîcanêbûn. Ji xwe mêhrîcan jî ji bo zarokên Koban û Şengalê hatiye diyarî kirin. Dema ku zarokên Koban û Şengalê beşdarî mêhrîcanê bun wateya wê hîn mezintirbu.
'Li hember komkujiya Kobanê em parastina çandê dikin'
Endama Koma Stervan a Navenda Çand û Hunera Kobanê Miştenur Bexi Xidir ji bo mihricana zarokan wiha axivî: "Em weke gelê Kobanê me pir zehemeti ditin. Lê ew zorî ticar li pêşîya xebatên me yên çandê nebûn asteng. Îro jî li hember hemu cureyên êrîşan em bi xebatên xwe yên çandî û rêxistinî bersivê didin. Navê komîna me Ş. Arîn û Ş. Bêrîvan e. Ji bo ku em bidin diyar kirin tu hêz nikare jiyana me bigre bin deshilattariya xwe û em tim ji bo hemî zarokên Kobanê hewildanin wiha dikin. Ji bo zarok zoriyên di aliyê derunî de jiyane derbasbikin pêdivî bi xebatên çandê yên wiha hene."
'Li hember komkujiya Şengalê parastina çandê bersîva heri xurte'
Endama Çand û Hunerê ya Şengalê Ebilet Seyit jî got: "Emê bersiva komkujiyê bi rengek xurt, parastina çande xwe û pêşxistina wê bidin. Ji ber ku komkujiya li ser me hat kirin komkujiya xilasiya çanda me bu. Lê em tucar destur nadin van êrîşan û emê timi xwe bi riya çandê bi parêzin." Ebilet, ji bo komina xwe ji wuha got "Me 3 meh perwerde dit pîştî vê em derbazî pêşkêşkirina amadekariyên xwe bûn." Ebilet anî ziman ku strana xwe ya yekemîn ji bo komkujiya Kobanê û Şengalê amade kiriye û diyarî wan dike.
Endamên Çand û Hunera Mihemed Şexo ya bajari Qamişlo, jî diyar kirin ku ji bo tevlibuna zarokên Kobanê û Şengalê ew pir keyf xweş bûne û wiha axivîn: "Ji bo komkujiya hatî jiyan kirin divê bi parastina çandê em bersiva herî mezin bidin. Ji ber êrîş hemi li ser xilasiya çanda gelê Kurd tê kirin. Em ji tu car destur nadin van hêzan ku me xilas bikin û carekedin ev mihricana zarokan diyarî hemu zarokan dikin."
Ji zarokên Kobanê yên ku ji bo mihricana zarokan hatin bajarê Qamişlo; Ehmed Musa, Makbule Ehmed, Diyar Miselam jî gotin: "Em di nava komkujiyekê de derbas bûn, lê em tu car Kobanû û çanda xwe dest jê bernadin. DAIŞ dixwest em axa xwe berdin, lê em bernadin. Emê çanda xwe biparezin û bi rengeki azad li wir jiyan bikin."
(re-rr/zt)