Li çiyayê Şengalê amederiyên Çarşema Sor
13:20
Hewler Şahin/JINHA
ŞENGAL - Bi boneya Cejna Çarsema Sor li çiyayê Şengalê amedekarî bi kelecan destpêkirin. Endama Xebatkara Komîteyê Nurcan Şengal got: "Em bang li gelê kurd dikin ji bo gelê Êzidî Cejna xwe ya Çarşema Sor azad pîroz bikin û azad bijîn bila piştgiriyê bidin."
Cejna Çarşema Sor ji bo gelê Êzidiyan rojek teybete. Her nîsan Çarşema li pey 13 Nîsanê Cejna Çarşema Sor tê pîroz kirin. Bingehîna cejnê di civaka êzidiyan de wek çand û nasname tê dîtin. Ji bo vê gelê Êzîdî hertim Cejna Çarşema Sor li gel êrîş û zehmetiyan pîroz dikin. Gelê Êzidî ji bo cejna xwe gelek zehmetî kişandine. Eger îro Cejna Çarşema Sor bê pîroz kirin, deyîndarê gelê Êzidiyên ku dibin ferman, qirqirin êrîşan de li ber xwe dayinin. Endama komîta amadekar a Cejna Çarşema Sor Nurcan Şengal got: "Em di serî de bi boneya Cejna Êzîdiyan Çarşema Sor li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şervanên ku li sere çiya ji bo azadiya gel şer dikin û hemu gelê Kurdistanê û cîhane pîroz dikim."
'Goristan tên ziyaret kirin û hek tên kelandin'
Nurcan diyar kir ku wateya Cejna Çarşema Sor ji bo gelê Êzidiyan wateya azadî û yekîtiyê ye û wiha berdewam kir: "Di hemhan demê de ev cejn ji bo hatina biharê û wateya jiyanek nû ye. Ji bo dibe wateya hatina biharê, jiyanek nû te bîra mirovan. Heyva nîsanê roja çarşemê tê wateya ku sal tamambû ye. Roja cejnê mirov diçin ser goristanan û hêk tên kelandin û boya kirin. Ji bo me reng gelek bi wateye. Ji bo Êzîdiyan reng pîroze û temsîla aştî û azadiyê ye. Ji ber vê jî hertim cilê me hertim sipî ne. "
'Em ê xwedî li hişmendiya neteweya demokaratîk derkevin'
Nurcan bibîrxist ku Cejna Çarşama Sor ji bo Êzidiyan hebûna bîranîn, çand û axa waye û wiha dom kir: "Çarşema Sor hebûna Êzîdiyan û tê wateya ku wê hîn bi hêztir bin. Em bang li gelê kurd dikin ku bila piştevaniyê bidin gelê Êzidî ji bo cejna xwe azad pîroz bikin."
(dt/zt)