Komên serkeftî ên Mihrîcana Arîn hatin xelat kirin
17:13
JINHA
EFRÎN - Mihrîcana Arîn a Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Hêza avakirinê di yekirina enerjiya jinên ciwan de ye” dewam dike. Îro kesên di pêşbirkên mihrîcanê de bi serketine hatin xelat kirin.
Mîhrîcana Arîn a Jinên Ciwan li Kantona Efrînê bi dirûşmeya "Hêza avakirinê di yekirina enerjiya jinên ciwan de ye" îro jî bi coşek mezin dewam kir. Mîhîrcan ji hêla Lijneya perwerde û fêrkirinê hate organîzekirin. Di mîhrîcanê de beşên cûrbecûr yên çand, huner, sparê hatin pêşkêşkirin, bi şahiyekê navên komên ku biserketin îro hatin eşkere kirin. Di şahiyê de ji endamên desteya amadekar Selwa Hemşoro axivî û got: "Di nav 6 salên dawî de li Sûriyê şerek giran pêk tê, pir zarokan jiyana xwe ji dest dan. Em ê li beramberî vê trajediye bi pêşxistina çanda xwe bisekinin. Em nahêlin jiyana me rûtîn û rojane bidome, lewma me ev mîhrîcan bi keda xwendekaran lidar xist."
Paşê navên komên ku di beşên cuda yên mîhrîcanê wek stran, folklor, helbest, pêşbirka agahiyan, bazdan, şetrenc, folklora biyanî, fotbal û hwd. de biser ketin hate xwendin û ji wan re xelat hate dayîn.
(fr/lç/rc)