Di rêzefîlman de gazincên jinan: Rûmeta min di nav diranên we de çerezek nîn e!
09:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di demên dawî de gelek caran em di rêzefîlman de qarakterên mêr ên ku li dijî jinan şidetê bikartînin dibînin û di hindek rêzefîlman de bi mebesta hinek lîstikvanên jin, li dijî van qarakterane û vê sîstemê qaşo "gazincek’’ heye. Heger em zêdehiya hejmara girseya temaşevanên li Tirkiyê bigrin berçav, em dikarin bêjin ku peyamên wisa ciwakî yên di derbarê jinê de, gelek girîng in. Lê helbet aliyeke din jî hêj jî şîdet tê pêşkêş kirin û hêj jî jin tê objekirin, di rewşek wisa de ew peyamene dê çi qas bandorek baş bihêlin, divê bê nîqaş kirin.
Rêzefîlmên li Tirkiyê, ji bingeha civakî qet dûr nîn in berovajî rêzefîlm hema bo vê bingehê xizmetê dikin, bi perspektîvek zayendperest têne çêkirin û cihê jinê ya di civakê de xurtir dikin. Çi di senaryoyê de çi di pêşkêşkirina teknîkî de, qarakterên jin weke bêhêz, hewcedar, girêdayê mêrî, ya ku rastî şîdetê tê, ya tê riswa kirin, ya ku gotina wê nayê qebûl kirin, ya ku tinê xema wê dayikbûyîn û zewicîn, têne pêşkêşkirin. Wekî em dibînin di heman civakê de cihê jînê yê ku di civakê de tê ‘’qebulkirin’’ di rêzefîlman de jî ji du beşan pêk tê: Meliyaket, paqij, bêsûç û dayîk û jina şeytan, qirêjbûyî û xirab.
Perspektîva jinê ya ku di di rêzefîlman de tê tematîze kirin, ji Yêşilçamê heta niha wekî "xanima baş" û "jina xirab", di sektora rêzefîlman ya îroyîn de jî şikl û şemalê wê pîçek hatiye gûhertin lê eynî ye. Di demên dawî de gelek caran em di rêzefîlman da qarakterên mêr ên ku li dijî jinan şîdetê bikartînin dibînin û di hindek rêzefîlman de bi mebesta hinek lîstikvanên jin, li dijî van qarakterane û vê sîstemê qaşo "gazincek" heye. Heger em zêdehiya hejmara girseya temaşevanên li Tirkiyê bigrin berçav, em dikarin bêjin ku peyamên wisa ciwakî yên di derbarê jinê de, gelek girîng in. Lê helbet aliyeke din jî hêj jî şîdet tê pêşkêş kirin û hêj jî jin tê objekirin,di rewşek wisa de ew peyamene dê çi qas bandorek baş bihêlin, divê bê nîqaş kirin.
'Ez jinek im, bedenê min jî jiyana min jî tenê ya min e...'
Dîsa jî ew peyamên "gazincê" yên ku balê dikşînine ser jinê gelek qîmet in eva rastiyek mezin e. Yek jî ji wan di rojên derbasbûyî de di rêzefîlma "Kara Sevda" ku di Star TV yê de tê weşandin de qewimî. Di rêzefîlmê de, qaraktera bi navê Nihan Sezîn ya ku bi zor û tehdîtan bi neçarî li gel Emir Kozcuoglu re zewicîye, piştî hewldana xwekûştinê, di nexweşxaneyê de bi megafonê gazî li endamên çapemeiya magazînê yên ku di derheqê wê de nûçe çêkirine dike û wisa gazincan dike "Ez jinek im We çi qas nivîsand jî we jiyana min xilas nekir. Ji ber ku ez jinek im ez wisa wekî objeyê têm nîşadan’’ û Nîhan her wisa dibêje; "Wekî ku Emîr Kozcuoglu bi dehan têkilî dijiyan, we qet zimanek wisa bi dijminî bi kar neîna û we tu car nûçeyên wisa çênekirin. Çima? Tenê jiberku ez jin im ? Ez jinek im û exlaqê min hûn ê lêpirsîn bikin? An jî bi sedan mirovên ku ji ber nûçeyên ku hûn çêdikin, û ku ez qet exlaqê wan nizanim?’’ Nîhanê gazî li çapemeniyê kir got:
'Rûmeta min di nav diranên we da çerezek nîn e!'
"Ez jin im û çi daxûyaniyên min bo we tune ne .Hisaba her tiştê ku min jiyayî ez têne didim xwe.Jiyana min, rêzdariya min û rûmeta min çerezeke ku hûnê di nava diranên xwe de bihêrin nîn e. Ez di dinyaya we ya fanteziyan de objeyek nîn im. Jiyana min jî tenê ya min e.Ji wê berjevendî derxistin jî rebeniyek e. Hûn ji min vebin nevebin jî, hûn ji vir bi nûçeyên gor dilê xwe dernakevin.’’
‘Ez yek ji milyonan jinan ên ku rastî şîdetê tên’
Gazinceke din jî dîsa di Star TV yê de di fînala rêzefîlma "Hatirla Gönül" ê de qewimîbû. Gonul Çelik a ku bihîsti destgirtiyê wê berî wê li dijî jineke din şîdet bikaraniye, dixwaze jê biqede lê rastî şîdeta eyni zilamî hatibû, hafizaya wê hatibû wenda kirin û hatibû rewandin. Gonul a ku nasname û hafizaya wê hatibû wenda kirin, neçar mabû li gel wî zilamî bijî, Gonul dîsa di demeke ku rastî şîdetê tê her tişt hatibû bîra wê. Beşa ku Gonul weke ku di dawiya rêzefîlmê de bi navê "Daxûyaniya Min e" vedibêje ji hemû jinên ku rastî şîdetê hatine re, hatibû diyarî kirin. Gonul şideta ser jinan wiha aniye ziman: "Ez tenê yek ji wan milyonan jinan im yên ku li vî welatî rastî şîdetê tên. Heta duh ew tiştên ku min di rûpelên sêyemîn yên rojnameyan de dixwadin û min bawer nedikirin, hatine serê min jî. Ya rastî her tişt hêj wekî ez bebikek bûm destpê kir. Berî min dayîka min jiyaye. Ez Gonul Çelik, bila bê qeyd kirin. Ew daxuyaniya min e. Roja ez hatime dinê malbata min li dijî min şîdet bikaranî. Di Êtîmxaneya ku ez tê de mezin bûyîm de ez rastî şîdeta wan hatim yên ku erka xwe xerab bi cih tînin."
'Ez rastî şîdeta wî zilamî hatim ê ku gotiye min ez ji te hez dikim'
Gonulê behsa çawmiqandina li dijî şîdetê kir û behsa şîdeta ku di bin navê "eşqê" de jiyay kir û got; "Paşî ez rastî şîdeta wî zilamî hatim ê ku digot min "ez ji te hez dikim’’ herkesê çaw miqand, tevî malbata wî, hevalên wî dizanîn jî çaw miqandin, bi nedîtî ve hatin. Helbet herkesê digot ku her tiştî ji ber hezkirina xwe dike. Kîjan hezkirî li hezkiriya xwe dixe, bi darê zore zewt dike, nasnameya wê wedigûrîne û hewl dide li ser jiyana wê hûkm bike. Bila bê qeyd kirin. Ez jî aliyê zilamê ku digote min ku ji her tiştî bêtir ji min hez dike, rastî şîdetê hatim.’’ Gonulê ji bo ew kesên ku dema jinek rastî şîdetê tê jî bêdeng dimînin wisa got:
'Herkesê ku bêdeng dimîne jî hevparê vî sûçî ye'
"Herkesê ku dizanî ez di çi halî de me û dîsa jî bêdeng diman hemû jî sûcdar in, çi sedemên sivikirina vê şîdeta ku jinekê wisa perçe perçe dike nîn e. Lê belê yên vê ji ber ku yên wê tune ne ji bo jiyana yeke din, mafê yeke din, da ku li dijî neheqiyan rawestin, mirin jî dane ber çawan. Bila bê qeyd kirin, beyana min e.’’
Jina ku di diziya bi navê Poyraz Karayel de jî dilîze şidetê dibîne!
Dîziya ku di Kanal D de tê weşandin a bi navê “Poyraz Karayel” de jî şiset tê karanîn. Dema ku di beşek diziyê de senorîst xwest şidetê bikarbîne Poyraz Karayel jî şideta ser hevjîna xwe ya berê Begum kirî girte dest. Lê mixabin li cihê şideta ser jinê bigirin dest, weke ku Poyraz şidet nekiriye, ji ber hesudiya Begum Poyraz li ser wê şidet kiriye. Ser vê mijarê Poyraz îtiraf kir. Di diziyê de doza ku Begum ji Poyraz bigilî, parêzerê Poyraz Mete jî gotinên weke; "Poyraz dînîtiyekê neke, dadger li hember jinan û şidetê pir hesasin, cezayê giran didin" bikara anî.
Li gorî nûçeyên ji rojnameyên herêmî û netewî, sîteyên nûçe û ajansan di meha adarê de mêran 28 jin qetilkirine; 12 jin û zarokên keç tecawîz kirine, bi 21 zarokên keç û jinan koletiya seksê kirine, 63 zarokên keç û jin rastî tacîzê hatin û 39 jinan jî şidet dîtin.
Di 3 mehên sala 2016'an de herî kêm 81 jin hatin qetilkirin, 35 zarokên keç û jin rastî tecawîzê hatin, bi zorê koletiya seks ê bi 115 jinan dane kirin, li 95 jinan şidet kirine, 87 zarokên keç û jin tacîz kirine.
(şsç/zt)