'Tirsa Fuhrer’ ji dikê li faşîzmê dinêre
09:07
JINHA
STENBOL - Lîstika Bertolt Brecht ya bi navê 'Tirsa Führer’, behsa desthilatdariya faşîzma Hitler ya bi riya hilbijartinê destxistiye, dike, lîstik bi wergera Kurdî, hem bi gotinên desthilatdariya li Tirkiyê ya niha ku çaw li Hitler dike nîşan dide hem jî ew nêzîkbûnên faşîzan yên ku niha tên jiyan, berî jî çawa hatine dîtin, radixe ber çawan
Yek ji mînaka şanoya epîk ya herî girîng, lîstika Bertolt Brecht, behsa Almanyaya Naziyan ya di salên 1930 î de dike ji navê vê yê Almanî "Tirs û Jariya Împaratoriya 3." ji aliyê Ekîba şanoya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Teatra Jiyana Nû ve bi Kurdî weke ‘’Tirsa Fuhrer’’ hat wergerandin. Divê lîstika ku behsa çîroka destxistina desthilatdariya Hitler dike, daku bi nêrîna şanoyê bê dîtin dê di 14'ê Gulanê de li Navenda Çanda Şîşliyê bigihije temaşevanan. Em li gel derhênera alîkar ya lîstikê Rugeş Kırıcıyê di derheqê rastiyên di lîstikê de dişibine Almanyaya Hitler û Tirkiyeya îro axivîn.
‘Tiştên ku di lîstikê de çêdibin û yên ku em dijîn yêk û yek eynibûn’
Rûgeşê anî ziman ku lîstik bandorênfaşîzmê yên li ser mirovên ji beşên civakê yên cur be cur nîşan dide û wiha domand; "Em dizanin ku faşîzm li her derê dunyayê eynî ye. Piştî me dest avêtiye xebatên vê listîkê, me gelek mînaqên pêvajoyên listikê jiyan. Mesela tiştên li Tirkiyê di demên dawî de têne serê akademisyenan, nivîskaran, hunermendan û her qada civakê jiyay, me yek û yek di lîstikê de dît. Rojên piştî provayan me digot; 'Hewar e ev jî qewimî!’ Em dikarin bêjin ku di navbera metna ku di salên 1930'an hatiye nîvîsandin de li gel îro qet cudahiya wê tune ye.’’
‘Metneke gelek nêzikê rastiya Tirkiyê ye’
Rugeşê anî ziman ku jiberku lîstik gelek nêzîkî rastiya Tirkiyê ye bijartine û ideaya wan he ye ku şanoyeke polîtîk bikin û her wisa tîne ziman ku hunereke ji rastiya civakî dûr nakin û wisa berdewam kir: "Ji ber vê jî em fikirin me pirsi gelo em ê çawa bibin bersiveke herî estetîk ji bo wa bûyerên ku li ber çawên me tên dijîn û me li ser lîstika Bertolt Brecht biryar da.’’ Rugeş balkişand ser ekîba wan a ji deh kesan pêk tê û diyar kir ku xebata li ser şanoya Brecht hind jî hêsan nîn e, jiber vegotina Brecht cuda ye û wiha dom kir: "Brecht xwediyê vegotineke epîk e û dema tu dixwazi dest bideyê tu ditirsi û lêdipirsi gelo ez ê bikaribim heqê vê bidimê? Lêbelê ji bo me pêvajoyek xweş û dirêj bû. Her wisa di navbera me de xebatek atolyeyê bû."
‘Mumkun e ku mirov Faşîzma Hitler li Tirkiyê bibîne'
Rugeş wiha pêde çu; "Ew tirs, jarî û dilgiraniya di Almanyaya Hitler de i ser gel hatiye belav kirin û ya di Tirkiyeya îro de eynî ye. Divê em bi bîrbînin ku Hitler jî bi hilbijartinan û soza demokrasiyê hatibû desthilatdariyê.Hitler li serê diyayê belayek mezin bû qetliyama wî kiribû di dîrokê de kesê nikaribû binav bike. Yên ku li Tirkiyê jî tên jiyan dema ku li ser rûelên dîrokê hate nivîsîn belkî bê şerm kirin. Di vê sedsalê de ew komkujiyên faşîzmê dê çawa bêne nivîsandin nizanim. Niha wekî em diaxivin jî tên jiyan.Derdê me jî helbet ew bû ku em pîçek destê xwe bidin evê. Em dizanin ku bilîstikekê nayê çareser kirin. Lê qe nebe em dizanin ka huner çawa dide lêpirsînkirin. Ez bawer dikim ku heger di temaşewanan de , di lîstikwanan de û hunermendan de bibe sedema lêpirsîek biçûk jî, dê bandorek çêbibe.
'Teatro Jiyana Nu mektebek e’
Rugeş da zanîn ku Tiyatroya Jiyana Nu di sala 1991'an de bi vekirina NÇM'ê hatiye despêkirin û ekîp weke mektebekê dixebite û wiha got: "Tiyatro ya Jiyana Nu, di dîroka Kurdan de li metropolên Tirkiyê û li Kurdistanê destpêka şanoya Kurdî ye jiber vê jî peywireke gelek mezin a dîrokî he ye. Îro herkesê ku şanoyê Kurdî dike, ji sehneya Teatra Jiyana Nu derbasbuye. Teatra Jiyana Nu di heman demê de mektebek e. Di lîstika ‘Tirsa Fuhrer’ de ji kareografiya listikê bigrin heta derhênerî hemi kes hevalên ku di atolyeya Teatra Jiyana Nu de gihiştine. Mebesta min bi mektebê ev e.
Lîstik dê 29'ê Avrêlê di saet 17.00 an de li Şanoya Hunerê ya Êlihê û di 14'ê Gulanê saet 20.00'an de jî li Stenbolê li Navenda Çanda Bajar a Şişliyê li gel şanohezan bê cem hev e."
(şsç/zt)