Hamdiye Çîftçî: Serpêhatiya tevahî jinan ji hev cûda bûn
09:05
Hatîce Kaya/JINHA
WAN- Nivîskar û Rojnamevan Hamdiye Çîftçî Oksoz pirtûka xwe ya bi navê "Jin û Zindan" (ku rojnivîska jineke rojnemevan) li ser zor û zehmetiyên jinan pirtûk nivîsiye. Hamdiye diyar kir ku ew di girtîgehê de jî xebatê nivîsê berdewam kiriye û wiha got, "Êşa her jinek hêbû. Çîroka hemû jinan cuda bû lê her kes jî pey xeyalên cuda diçûn. Di esas de jî qedera hemû jina yek bû."
Nivîskar û Rojnamevan Hamdiye Çîftçî Oksoz di sala 1986'an de Colemêrgê tê dine. Hamdiye 17'e sale dest bi nivîsa helbest û bend nivîsan kiriye. Çîroka girtina Hamdiye ji nûçeya îşkenceya li zarokê bi navê Cuneyt Ertûş de dest pê dike. Hamdiye 2010'an de tê binçavkirin û 2 salan li girtîgeha Bitlîsê de dimîne û piştî du salan 10'ê Nîsan 2012'an de tê serbest berdan. Hamdiye girtîgehê de jî dest jî rojnamevaniya xwe na berde û girtîgehê de jî çîrokên jinan dinivîse. Hamdiye pirtûka bi navê "Jin û Zindan" Rojnivîska Jineke Rojnamevan' weşand. Pirtûk ji sê beşan pêk tê. Beşa yekem ji çîroka jinên girtîgehê de pêk tê. Beşa duyem de bîranînên Hamdiye cih digire û beşa dawi de jî wêneyên jinan cihê xwe digire. Hamdiye xebatên xwe li ser gotinên pêşiyan, mamik, zûgotinok hwd. pêk dike. Da ku çand û hebûn neyê windakirin.
'Êş a me jinan dê bibe dîrok'
Hamdiye pêşiyê li ser jiyana xwe dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Ez di çapameniyê de jî xebitim. Min mamostehiya pêşdibistanê û beşa çandî qedandiye." Hamdiye diyar kir ku dema ew hatiye girtin û çûye koxuşê rastî 40 jinan hatiye û wiha berdewam kir, "Ez rojnamevanim û dive ku ez li vir jî bixebitim. Eger civakê barek giran danibe li ser milên min. ez jî dê wî karê xwe bikim û roja yekem min dest bi nivîsê kir."
'Qedera hemû jina yek bû'
Hamdiye berdewamiya axaftina xwede wiha pê de çû: "Armanca min ew bû ez rastiyan derbêxim holê. Jiyana me jinan gelek zor û zehmet bû. Koxuşa jinan koxuşa hêvî, çîrok û paqijêyên dilê jinan bû. Êşa her jinekê hebû. Çîroka hemû jinan cuda bû lê her kes jî pey xeyalên cuda diçûn. Lê di esas de jî qedera hêmû jina yek bû. Hemû di encama polîtîkayên qirêj de ketibûn girtîgehê."Hamdiye li ser dîrok û jinê sekinî û wiha got: " Dîrok ji hemû aliyan de di pênûsa zilam de hatiye nivîsandin. Min jî got çima dîroka me jinan di pênûsa jinekê nayê nivîsandin û rastiyên me zor û zehmetiyên me dernakeve holê. Piştî ku min fikiriya û min jî dest bi nivîsê kir."
'Pirtûk renge civakê jî derdêxe'
Hamdiye li ser pirtûk û pirtûk xwazan sekinî û wiha dirêjî da gotina xwe: " Mixabin di nav civaka me de pirtûk nayê xwandin. Kêmasiyên me hene, ji ber ku demên berê de pîr û kalên me dibistan û xwandin nizanî bû. Pîrên me jî em hîn xwandinê nekir. Pirtûk diroka meye. Cihê pirtûk e jiyana mirov de gelek girînge. Pirtûk asoya mirovan berfireh dike... Ji bo wê em zarokbûna xwe de dest pê wî karê bikin û pirtûkan bikin jiyana xwede. Pirtûk ji bo mirovên me ne bûye çandek. Pirtûk ne be mirov nikare lêkolîn bike û azad bifikire. Her pirtûk behreke ji bo wê jî ez dibêjim hemû kesan bila pirtûkan bixwînin û ji ber ku mirov pirtûk nexwîne nikare pêş bikeve. Pirtûk renge civakê jî derdêxe holê. Civaka ku pirtûka nexwîne wê demê civakek bêdenge.."
'Pêşerojên me zarokin'
Hamdiye di dawiya axaftina xwe de li ser pêşerojên zarokan sekini û got: "Zarok ji bo civaka me pêşerojên herî girîngin. Ji bo wê jî ez li ser zarokan gelek disekinim. Zarok bila bi gel çanda xwe dîroka xwe mezin bikin. Ez niha xebatên xwe li ser helbest û gotinên pêşiyên me mamik û hwd. pêk dikim û ez ê rojên pêş de jî pirtûka helbestan jî bo zarokan amade bikim."
(rc)