Yekem fîlmê Kurdî Kurneqîz bi piştevaniyê hat kişandin
09:11
Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
STENBOL- Ji lîstikvanên yekem fîlmê kurdî yê bi navê Kurneqîz yê trans, Eylem Oden diyar kir ku kişandina fîlm bi piştevaniya gundiyan û xebateke kolektîf bi dawî kirine û got: “Ez amûjna Kerîm ya 30 salî dilîzim. Ez tenê Kerîm diparêzim, piştgiriyê didimê û wî fêm dikim.”
Çîroka kesên li dijî cudabûnê têdikoşe, dibe fîlm. Yekem fîlmê Kurdî Trans, Kurneqîz çîroka zarokekî kurd yê 17 salî yê trans ku li navçeya Pasûra Amedê dijî, vedibêje. Fîlm wek metraja kin hat kişandin û bernameya YE’yê ya Sîvîl Duşun destekê fîlm. Senarîstê fîlm Suat Usta ye û derhêneriya fîlm jî Gokhan û Nadîde Seza Yalçinkaya dike. Serlîstikvanê fîlm Zana Yamane (Kerîm) û lîstikvanên din jî Mesut Erencî, Eylem Odenû Rosîda Koyuncuye. Fîlm di meha gulanê de wê temam bibe û wê beşdarî Festîvala Fîlman a Hollandayê bibe. Li Tirkiyeyê jî wê li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Antalya, Amed û Wanê bi temaşevanên xwe re bê cem hev.
‘Divê mirov li hemberî hev rêzdar bin’
Eylem Oden ku di kadroya fîlm de cih digire, beşeke mezin a jiyana xwe li Enqereyê derbas kiriye û behsa rewşa zayenperestiyê ya ku pîvanên civakî ferz kiriye û got: “Min zarokatiya xwe bi dîtina jinên trans derbas kir. Min wê demê ev wek tiştekî anormal didît. Ez qet jibîr nakim nîvê şevê qêrînek dihat me em derdiketinin şaneşînê. Jinên trans pevdiçûn. Dengê kornayan, şîdeta polîsan. Civakeke ku serdestiya mêr lê heye, mafê jinan tine ye, mijara gotinê ye. Divê mirov li hember hev rêzdar bin.”
Bi xebatek kolektîf derket holê
Eylem got wek şanogerekî di fîlmekî trans yê kurdî de cih girtin, ji bo wê tecrubeyek mezine û wiha berdewam kir: “Kişandina fîlm bi awayekî kolektîf hat kişandin. Tevî hemû şert û mercan me bi alîkariya gelê gund ev fîlm kişand.” Eylemê çîroka fîlm wiha vegot: “Kerîmê 17 salî di lêgerîna nasnameya zayendide ye. Piştî dayika wî dimire, cilê dayika xwe li xwe dike û di nav xwe de vê pevçûnê dijî. Lê apê wî û malbat wî biçûk dixînin, tine dihesibînin. Ez amûja Kerîm ya 30 salî me. Tenê amûjna wî, Kerîm diparêze, piştgiriyê didê.”
Eylem got amûjna wî naxwaze zirar bigihêje Kerîm û wiha got: “Ev rewş di jiyana min ya rastî de hebûya jî minê heman helwest nîşan bida. Ji ber ku mafê her kesî heye bijî. Di fîlm de sahneyekê bandor li ser min kir. Di diyalogek Kerîm û amûjna wî de bi rastî jî ez giriyam. Belê amûjna wî kesek baş bû, êş dikêşand. Beriya her tiştî ew dayikek û jinek bû. Lê faktora hevser jî heye. Hem naxwaze Kerîm tiştek bibe û hem jî naxwaze bavê zarokên wê bibe kujer. Ji ber vê derhênerê me ez hişyar kirim û got ‘Eylem bi dilşewat nenêre’. Piştre min guh da derhênerê xwe.”
(hu)