Li Wanê bernameyên Şano û koroya zarokan
09:14
JINHA
WAN - Li Navenda Çanda Nudayê ya Wanê çalakiyên ji bo Cejna Zimanê Kurdî bi koroya zarokên pêşdibistanê despêkir.
Li Wanê rêzeçalakiyên ji bo Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin. Bi pêşengiya Şaxa KURDI-DER'a Wanê û Şaxa Egitîm-Sen a Wanê biboneya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî li Navenda Çanda Mezopotamya ya Nudayê bernameyên Şano û koroya zarokan hatin lidarxistin. Di bernamê de Zarokên pêşdibistanê, û şanogerên Navenda Çanda Mezoppotamya ya Êlîh'ê cih girtin. Pêşiyê koroya zarokên pêşdibistanê derketin dikê û tranên 'Zimanê kurdî' gotin. Piştî zarokan jî şanoya ku ji bo zarokan hatî amade kirin hat lîstin.
Di dawiyê de jî şano û koroya zarokan bi çepikan qediya.
(hk-ga/zt)