Çîroka dayika Sîsê derdikeve pêşberî xwendevanan

10:39

Nîşmiye Guler/JINHA

MÛŞ – Dayika Sîsê ji aliyê kurê xwe Zafer Bîngol ve di pirtûka bi navê ‘Çiyayek, kevirek, darek’ de vegot û têkoşîna dayika Sîsê ya ji bo zarokên xwe daye, derxist pêşberî xwendevanan.

Çîroka Dayika Sîsê ya 74 salî ku di 6’ê nîsanê de di operasyona leşkerî ya li hemberî gundê Tekneduzu û bejahiya Gimgima Mûşê de hat binçavkirin û bi sûcdariyên ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘alîkariya rêxistinê dike’ hat girtin, ji aliyê kurê wê Zafer Bînglo ve di pirtûka ‘Çiyayek, kevire, darek’ de hat vegotin. Zafer behsa jiyana Sîsê ya bi têkoşîn û zehmet derbas bûye dike û heta dawiya pirtûkê têkoşîna ku Sisê ji bo zarokên xwe daye, vedibêje.

Ji devê Sisê, ji zewaca wê bigire heta îro di pirtûkê de wiha tê vegotin: “Dema zewicim hatim gundê Tekneduzu ya Gimgimê. Ez li hespê kirim û em ketin rê. Min sê rojan bi bûkaniyê li ser hespê rêwîtî kir. Wê demê axaftina bûkan şerm bû, ji ber vê destur nedan ez hewcedariya xwe ya tuwaletê jî bêjim. Piştî sê rojan em hatin gund. Dawet hat kirin û piştre jiyana min ya bi Memdalî re ku carekî min dîtibû, dest pê kir.”

‘Nehiştin Sîsê nêzî zarokê xwe yê mirî bibe’

Sîsê dema dizewice diçe malbatek qerebalix. Hevjînê wê Memdalî, şivanê gunde. Di pirtûkê de tê gotin ku ji ber vê zêde nayê malê. Di pirtûkê de tê gotin ku tevî her tiştî Sîsê li ser piyan disekine û zaroka xwe ya yekem winda dike. Di pirtûkê de wiha tê gotin: “Memdalî nedihat malê. Diçû gundên din şivanî dikir.Sîsê bi malbatê re dima. Zarokek wê çêbibû. Hemû karê malê Sîsê dikir. Li zarok jî dinêrt. Rojekê zarokê wê nexweş dikeve û nekare biçe doktor. Zarok salek û nîv bû, jiyana xwe ji dest dide. Ji ber kevneşopiyan nahêlin Sîsê nêzî zarok bibe. Beyî zarok nîşanê Sîsê bidin, definkirin.

Seranserê jiyana xwe êşa ewlad kişand

Sîsê salekê di xaniyekî ku axurbû de dimîne. Zarok li vir tîne dinê. Bi hewldana xwe wî axurî dike xanî. Sîsê bi zarokên xwe re dijî. Di erdhêja Gimgimê de du zarokên xwe yên biçûk winda dike. Jiyana wê bi êşkişandina ewlad berdewam dike. Piştî salan şûnde du zarokên wê beşdarî PKK’ê dibin û jiyana xwe ji dest didin. Sîsê bi salan bi tena serê xwe li cenazeyên zarokê xwe geriya. Hevjînê wê Memdalî jî ji ber tirsa dewletê piştgiriyê nade Sîsê û ew tenê têdikoşe. Sîsê tevî zextên dewletê cenazeyên kurê xwe li gundê xwe defin kir.

Pirtûka ‘Çiyayek, kevirek, darek’ ji bo hun dayika Sîsê fêm bikin, wê bibe alîkar. Dayika Sîsê ev du mehin di girtîgeha Tîpa M ya Muşê de girtiye û pirgirêkên wê yên cidi yên tenduristiyê hene.

(hu)