Li Efrînê jin ji şoreşa çandê re jî pêşengiyê dikin

09:02

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN- Rêvebera TEV-Çanda Efrîn Xaliya Mihemed derbarê kar û xebatê jinan di nava TEV-Çand a Demokratîk de, nirxandin kir.

Di şoreşa Rojava de ku wek şoreşa jinê pênase dibe, jin di qada çandê de şoreşek mezin pêk tîne. Bi vê pêşengtiyê jî karekî serkeftî derdixe holê. Di xebatên TEV-Çand a Demokratîk de herî zêde jinan cihê xwe girtiye. Li Kantona Efrînê ji sedî 90'î jin di xebatên Çand û Hunerê de cih digrin. Jinên di çandê de dibêjin ew bi dûruşmeya 'Jin têkoşînê ji bo azadiya xwe û Rêberê xwe dikin' tev diğerin. Derbarê kar û xebatên jinan di nava TEV-Çand a Efrîn de, Rêvebera TEV-Çanda Efrîn Xaliya Mihemed nirxandin kir.

Rêvebera TEV-Çanda Demokratîk Efrîn, Xaliya Mihemed derbarê xebatên jinan a di nava TEV-Çandê de wiha nirxand: "Jinê di şoreşa Rojava ve de wekî ku cihê xwe di her qadê de girtiye û bi serkeftinên mezin li hemû cîhanê deng vedaye, di nava TEV-Çandê de dikarîbûn bi deng û rengê xwe bedewiyeke cuda bidin destkeftiyên şoreşê. Di vê xebatê de, jinê rolekî giring lîstiye, ji sedî 90 jinan cihê xwe di nav de girtiye. Ev jî tê wateya ku jin hîn zêdetir dikare çand û hunera xwe ya resen biparêze."

Xaliya, jin wekî pêşenga her karekî serkeftî bi nav kir û wiha domand: "Di nava xebatên salekê de jinên Efrînê dikarîbûn di qada çand û hunerê de berhemên xweşik biafirînin. Di encama karê salekê de koma bi navê Şehîd Sariya, Koma Şehîd Berçem a şano, Koma govendê ya Kala ku tenê jinên temen mezin cihê xwe tê de digirn, hatin avakirin. Her wiha jinê di nava TEV-Çandê de gelek pêşengehên hunerî yên wênesazên jin vekirin. Keçên ciwan ên ku di milê çand û huner de xurt in, dewreyên huner û wênesaziyê yên ku hobî ne, vekir. Ew jî bi armanca fêrkirina wan ji gelek cûrên çand û hunerê re bû."

Xaliya diyar kir ku jinên di nava TEV-Çand'ê de, di şoreşê de xwedî roleke aktîv in û wiha got: "Jinê bi rêya van koman di her şahî û munasebeyên Efrînê de, reng û dengekî cuda ku hîn wateyeke xweşiktir dide şoreşê, rola xwe lîst. Ev çalakî tam bi rengê jinan hatin meşandin." Xaliya di dawiya axaftina xwe de, silavên xwe ji her jineke ku di nava şoreşê de xwedî rol bûye re, şand. Her wiha ji hemû jinan hêvî kir ku bi reng û dengê xwe şoreşa Rojava hîn bêhtir bighînin astên serkeftinê yên bêdawî.

(hs/rc)