'Li Girtîgehan berhemên bedew ji pênûsa jinan derdikeve'
09:11
JINHA
AMED - Di şertên zor ên girtîgehan de berhemên jinan nivîsiyî dê bigihin ber destê xwendekaran. Editora berhemên ji girtîgehan tên Ayşegul Tozeren diyar kir ku divê hîn zêdetir jin binivîsin û got: "Li gorî rêjeyê jin ji mêran hîn kêmtir dinivîsin. Sedema vê jî ji ber hîn zêdetir bi rexneyî nêzî karê xwe dibin. Li gorî nêrîna min divê jin hîn zêdetir binivîsin. Ji ber berhemên bedew ji pênûsa jinan derdikeve."
Li pişt deriyên hesin nivîsên derdikevin tê dîtin ku pênusên 'girtî' çiqas azadin. Nivîsên jinên wêjevanên girtî ji aliyê xwendekaran ve rastî eleqeyek mezin tê. Editora nivîsên ji girtîgehan tên Nivîskar Ayşegul Tozeren da zanîn ku di aliyê rêjeyê de jin ji mêran pir kêmtir dinivîsin lê nivîsên wan gelek bibandorin û wiha domand: "Dema ku em ser nivîsên jinên girtîgehê hurkolînan dikin, ji ber li gorî temaya çiyayanin rastî eleqeyek mezin tên. Bi giştî jin pir kêm dinivîsin. Lê diyare dê berhemên bedew derxînin holê. Lê ji ber ku vê nade pêş ji bo jinan dibe desawantaj. Li gorî nêrîna min divê jinên di hindir de hîn zêdetir binivîsin û berhemên xwe derxînin ji derve. Ji ber berhemên ku didin derve gelek berhemên giringin. Ji wan zêdetir em xwendekarên ji derve hîn zêdetir di ecibînin. Ji bo wê jî divê cesaret bikin."
'Berhem di şertên zor de derdikevin'
Ayşegul destnîşan kir ku berhemên girtîgehan di şertên zor de tên nivîsîn û bang li hemû edîtoran kir ku ji bo xwendina nivîsên wan baldariyê nîşan bidin û wiha berdewam kir: "Bi giştî jin hîn zêdetir kêm dinivîsin. Ev ji bo jinên di hindir de jî derbasdare. Em ji jinên girtîgehan jî pirsa 'Çima hun hîn kêmtir dinivîsin?' dikin. Bersiva wan jî wihaye; 'Em jin nivîsên xwe pir na ecibînin, mêr zêdetir di ecibînin.' Ez jî tevlî wan dibim jin hîn zêdetir zor nivîsên xwe di ecibînin. Lê bi vî rengî berhem kêm derdikevin. Dema ku jin binivîsin berhemên baş derdikevin. Weke mînak pirtûkên Rojbin Perişan 'Bakir sesli kadinlar', 'Canli Mahalle' gelek başin. Ji derveyî van nivîsên Deniz Tepeli û Zeynep Avci yên hatin ber destê me jî gelek başbûn. Bêguman zoriyên nivîsandina li hindir pir zêdene. Heta maseyek ser binivîse jî tineye. Dema ku nivîs dinivîsin komputerek nivîsên xwe têde binivîse û bide ji derve jî nîne. Li gel van hemû zoriyan jî cardin dest ji nivîsê bernadin. Ez difikirim ku di van xalan de barek dikeve ser milê çapemeniyê. Dayîna nasîn a van berheman peyîwira me ye."
(zt)