‘Min 12 İlonê bi çavên jinan da’

11:18

JINHA

AMED – Derhinêra belgefilmê Ruyên îlonê ya jin Ayben altunç diyar kir ku ji ber her tim mêran derbeya 12 İlonê nirxandiye û wê xwestiye 12 İlonê bi çavên jinan bide xuya kirin û wiha got: "Her tim mêran digot em çi qas bi hêzbûn, me filan tiştî dikir; lê min zanibû di wê demê de jin jî hene û çîrokên wan jî hêjayî gotinê ne.”

4. Mihricana Filmammed ku isal bi şîara “Her der berxwedan her der sînama” berdewam dike. Yek ji derhinêra ku belgefilmê wê di mîhricanê de hat nişandan Ayben Altunç kêfxweşiya xwe ya li hember tevlibûna mihricanê anî ziman. Ayben belgefilmê xwe yê bi navê Ruyên Îlonê ya jin nırxand û diyar kir ku ji ber her dem mêran behsa derbeya 12 İlonê kiriye loma wê xwestiye 12 İlonê bi çavên jinan bide. Belgefilm çîroka 32 jinên ku her yek bi aweyên cuda derbeya 12 Îlonê hîs kirine dide. Di nava van jinan de siyasetmedar, hûnermend, niviskar û kesên ji rêzê hene. Jin di belgefilm de dibêjin ku 12 îlonê ji wan jiyanek diziye, lê ew disa bi hêvîne ku rojekê ev pêk anîn bi dawî bibin.

“Belgefilm berhemê hevgirtina jinan e’

Ayben desnişan kir ku belgefilm berhemê hevgirtina jinan ne û wiha behsa belgefilmê xwe kir: "Niha jî pirê van jinan di nav têkoşînê de ne, hinek ji wan pênasa xwe tê dikoşin hinek ji wan, hindek ji wan di tiştekê de van jinan gihand hev jin bûyina wan û nêrîna wan ya jiyanêbû.” Aybeb got ku wê xwestiye tesira 12'ê İlonê ya li ser jinan bide xuya kirin û wiha dewam kir: "12 Îlonê her tim mêran got mêra jî her tim vê mijarê li ser mêrantiyê got û bi awayekî hemasvarî got. Her timt digotin em çiqas bi hêzbûn, me filan tiştî dikir; lê min zanibû wê demê jin jî hene. Min xwe gihand jinên wê demê û min jî xwest çîroka xwe ji min re gotin. Ji ber ku ez jî jinbûn bi aweyek rehet çîrokê xwe gotin. Çîrokê jinan jî hêjayê gotinêbûn.”

Ayben desnişan kir ku darbeya 12 İlonê bûye sebeba bihêz bûna jinan û wiha got: "Ji 12 ilonê heya nihe jin bi hêzbûn, ew derbe bû sebebê bi hêzbûnê. Berî vê gelenekeki feminst û hevgirtina jinan tibebû. Berê cih girtina jinan a nava tevgerên çep hebûn. Lê îro jin ne tenê cîh digre pêşengtiyê dike. Em wek jinên tirk û kurd di nav hevgirtinekê de ne û em vê dibêjin eger li ser vê erdnîgariyê aşitiyek çêbibe wê jin pêşengtiya vê bikin”

‘Jin qemerayê digrin destê xwe û tiştên dilên xwe tînin ziman’

Ayben balkişand ser şert û mercên ku li Kurdistanê tên jiyîn û ev tişt anîz ziman: "Ji ber ku ev festîval di şert û mercên şer de hatiye çê kirin ez hevalan pîroz dikim, disa rojek ji jinan re hatiye veqetandin ez ji ber vê yekê jî wan pîroz dikim. Gelek çîrokên ku jin bêjin hene, ez bawerim jin dema qemerayê bigrin destê xwe wê ji mêran derbas bibin.” Ayben bilêv kir ku ji ber yên reng didin jiyanê jinin ji bo wê jî dê hîn baştir karibin wî rengî bidin nîşandan û ev tişt anî ziman; "Sinama jî rêbazek gotinê ye, di hûndirê me de êş û tiştên hene emê bi vê rêyê bidin nîşandan. Em bi rêya sînamayê van êşan parvadikin û ez bawerim emê bi vê rêyê karibin êşên dilê xwe jî derman bikin."

‘Jinên Kurd deshilatdariya mêr hilweşandin’

Ayben anî ziman ku tiştên jinê mecbûrî rêxistinê dike deshilatdariya mêr e û wiha pêde çu: “Ev deshilatdarî ji malê despê dike û pêde diçe, her tim jin di perçiqî lê bi taybetî jî jinên Kurd vê deshilatdariyê hilweşandin û li pêş cihê xwe digrin.” Herî dawî Ayben balkişand ser şiara festîvalê û waha dawî li axaftina xwe anî: "Bila jin her tim di nav hevgirtinekê de bin û her tim berxwedêrbin.”

(ma-dt/zt)