Koma muzîkê Womank li Wamê konser da
11:42
Gulan
29
/ 2016
JINHA
WAN - Koma muzîkê ya Ermenî Womank, li Navenda Çandê ya Nuda konser da û bi gelê Wanê re hat cem hev.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê şahiya meha Gulanê pêk anî. Di çarçoveya şahiyên Gulanê de Koma Muzîkê ya Ermenî Womank li Navenda Çandê ya Nuda konser da. Konsera Koma Muzîkê ya Womank rastî eleqeyek mezin hat. Endamên komê jî diyar kirin ku ji ber ew li Wakê konser didin gelek kêfxweş in û eleqeya li hemberî wan ew pir bextiyar kirine. Endamên komê di konserê de stranên kurdî, tirkî û ermenî stran.
(zt)