Mihrîcana 4. a Fîlmamed bi dawî bû

11:30

JINHA

AMED - Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê ya Amedê îsal bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" mihrîcana 4. a Fîlmamed bi dêlindêza xelatdayînê re bi dawî bû.

Şaredariya Peyasê ya Amedê li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn di hûndirê hefteyekê de 43 belgefîlm di mihrîcana Fîlmamed de bi sînemahezan ve da seyrkirin bi dawî bû. Dêlindêza xelatdayînê ya ku li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn li dar ket, Hevşaredarê Bajarê Mezin Gulten Kişanak, cîgira hevşaredarê Peyasê Nesrîn Keskîn, malbata sînemager Îslam Balikesîr ê ku li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê ya yekem de hatibû qetilkirin ku ev mihrîcan bo bîranîna wî hatibû nezirkirin û gelek hemwelatî beşdar bûn. Li ser navê komîteya mihrîcanê sînemager Veysî Altay axaftinek kir û got: "Fîlmên di mihrîcanan de ku rastî sansûrê hatibû, di vê mihrîcanê de bi awayeke azad û eleqeyeke mezin derket pêşberî sînemahezan."

Di dewsa pêşbaziyê de alîkarî ji bo fîlman

Di mihrîcana 4. a Fîlmamed de îsal beşa pêşbaziyê hate rakirin û xelat ji bo alîkariya projeyên Fîlmamedê hate belavkirin. Li gor vê 9 fîlmên serî li mihrîcanê dabûn jê 4 heban alîkariya projeyê heq kirin. Û ji bo 43 belgefîlmên di mihrîcanê de hate seyr kirin jî xalat hate belav kirin. Di 24 û 29 Gulanê de 43 fîlm bê pere ji alî hezaran sînemahezan ve hate seyrkirin, dêlindêza li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn li dar ket, bi lîstina koma govendê û koma mûzîkê ya erbanê bi dawî bû.

(rc)