3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz hat lidarxistin

14:29

JINHA

BASEL - Li bajarê Basel ê Swîsreyê, 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz hat lidarxistin. Parlamentera SP a Kantonê Monîka Wîckî li festîvalê axivî û got, "Ez têkoşîna jinên Kurd nas dikim û vê berxwedanê gelekî hêja dibînim."

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, 3. Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz hat lidarxistin. Di Festîvalê de Endama Jinên Swîsreyî Susanne Schafer, parlamentera Kantona SP Monîka Wîckî û Hevseroka DEM KURD'ê Fatma Matûr axivîn. Li panela bi navê "Di Tekoşîna Kurdan de rola Jinê" endama KJA'yê Aysel Tûglûk û Nûnera YJA-Starê Nûbihar axivîn. Festîvalê saet di 11:00 de destpê kir. Qada festîvalê bi posterên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û pankartan hat xemilandin.

'Hêza ku karibe vîna me bişkîne nîne'

Endama KJA'yê Aysel Tûglûk li panela festîvalê axivî û diyar kir, ew hêza xwe ji Teroyan, Cizîr û Nisêbînê digirin. Ayselê diyar kir, Erdogan wê ji sedî sed hesabê komkujî û êşên bi gelê Kurd daye kişandin bide û got, "Em bi zîhniyeteke dijminatiyê li gelê Kurd û nûnerên gelê Kurd dike re rû bi rû ne, ku ev zîhniyet naxwaze HDP li Meclîsê siyasetê bike. Ev gel li her derê li ber xwe dide. Ev yek wê tiştên lê hatine kirin, wê yên ewqas êş anîne serê wan, ji wan re nehêle. Ev gel wê mîrateya berxwedêrên li Kurdistanê mezin bike û bi ser bixîne." Ji YJA Starê jî Nûbihar, tecrûbeya jinê ya li Rojava parve kir.

'Ez jinên Kurd ên ji bo aştî li ber xwe didin silav dikim'

Parlamentera SP a Kantonê û Damezrîner û Seroka Weqfa Aştiyê ya Robert Grîmm Monîka Wîckî anî ziman, ku ji bo silavkirina jinên Kurd ên ji bo aştiyê li ber xwe didin ew tevlî festîvalê bûye û got, "Weke weqfê me 2 civînên mezin ên ji bo aştiyê lidar xistin. Di van civînan de min Meclîsa Jinên Kurd a Bêrîtan nas kir. Ez têkoşîna jinên Kurd nas dikim û berxwedana we gelekî hêja dibînim." Monîka di heman demê de polîtîkayê dewleta Tirkiyê ya bi rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê hat kirin, şermezar kir.

'Ji bo serketina pêvajoyê divê her kes bikeve nava tevgerê'

Hevseroka DEM KURD'ê Fatma Matûr jî diyar kir, li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye û destnîşan kir, ku ji bo serketina vê pêvajoyê divê her kes bikeve nava tevgerê. Fatma got, "Di serî de li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê, gelê me li her cihî li ber xwe dide. Nîşan da ku teslîm nabe. Tevî bêrehmiya dijmin jî bi ti awayî ji berxwedana xwe venagere. Pêçandina birînên wan, deynê me ye. Divê em bikevin nava tevgerê."

Di festîvalê de peyama Yekîtiya Jinên Sosyalîst hat xwendin, hunermend Serenat Ezgîcan, Ayfer Duzdaş, Ozlem Baglayan, Bêrîvan Arîn, gîtarîst Lîla Rîesî, Koroya Jinan a Baselê-Koroya Zarokan a Baselê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdar jî li dora stranên hunermendan govend gerandin. Di festîvalê de konê kevneşop ê çanda Kurd, standa jinên berxwedêr, standên Heyva Sor a Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd hatin vekirin.

(rc)