Bi rihê berxwedana Zîlanê bang ji bo mîhrîcanê

13:21

JINHA

DORTMUND – Ji 12’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê re demek kurt ma û jinan bang kir û gotin: “Jinên Kurd ji Şengalê heta Rojava û Bakur têkoşîna azadiyê ya rewa û mafdar nîşan didin. Ji ber vê jî divê hemû jinên Kurd û dostên wan beşdarî Mîhrîcana Jinan a Zîlanê bibin û xwedî li xeta berxwedanê derkevin.”

12’emî Mîhrîcana Jinan a Zîlanê k udi şexsê Zeynep Kinaci (Zîlanê) ku di 1996’an de li Dêrsîmê bi çalakiya ku pêk anî derbasî dîrokê bû, pêk tê di 18’ê Hezîranê de li bajarê Dortmund a Elemanyayê destpê dike. Mîhrîcan bi şîara ‘Em li qadên xweser têkoşîna xwe ya azadiyê bilind dikin’ wê pêk bê. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Yekitiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E), endamên meclîsên jinan, meclîsa jinan a Êzdî û derdorên cuda jin di komîteya tertîp de cih digirin. Komîteyê daxwaz kir ku hemû jin bi ruhê berxwedana Zîlanê beşdarî mîhrîcanê bibin.”

‘Em dixwazin hêjayî berxwedana jinan bin’

Li ser navê komîteya amadekar Medya Botan axivî û got ev demek dirêje amadekariyên mîhrîcanê dikin û got: “Konsepta me berfirehe. Me di esasa berxwedana jinê de hemû reng anîn cem hev. Em bi vê festîvalê armanc dikin ku berxwedanên rêveberiyên xweser yên Kurdistanê slav dikin û piştgiriyê bidinê. Em îsal ji her salên din zêdetir beşdarbûnê dipên. Me amadekariyên xwe li gorî vê kirin.”

‘Xwedîderketina li xeta berxwedanê girînge’

Berdevka YJK-E Munevver Azîzoglu diyar kir ku Mîhrîcana Jinan a Zîlanê wek kevneşopiyeke 12 salan, bûye temsîla jinên Kurd ya cîhana derve û got: “Li gel aliyê xwe yê çandî û navneteweyî perspektîfa azadiyê ya jinên kurd jî dide nasîn. Mîhrîcana îsal ne tenê ji bo jinên Kurd, jib o hemû jinan banga xwedî derketina li xeta parastina cewheriye.”

Nûnera CENÎ Songul Talay jî di 20’emîn salvegera Zîlanê de vê mîhrîcanê diyariy3e hemû jinên têkoşînê dimeşînin, dikin.

Nzîre Gultekîn ku du zarokên wê li qadên têkoşînê jiyana xwe ji dest dane jî got ew bi çalakiya Zîlanê serbilinde.

(hu)