Koma Şanoya Li Dij Dîwar ‘Sûîkast’

10:47

Ozgu Ozutok/JINHA

ÎZMÎR - Koma Şanoya Li Dij Dîwar, di 26’ê Hezîranê de li Navenda Hunerê ya Îsmet Înonu bi lîstika xwe ya ‘Suîkast’ derket pêşberî hezkiriyên şanoyê. Lîstik sala borî 8 caran hatibû lîstin û komê diyar kir ku armanca wan ya dubarekirinê eve ku paşverûtî û muhafazakarî bi lez zêde dibe.

Ev kom di 1993’an de bi komek ciwanên li zanîngeha Egeyê dixwînin bi guhdarkirina helbestan dest pê dike. Çend sal şûnde diguhere forma şanoyê. Piştî salan şûnde şanoyê dikin. di 1996’an de Koma Şanoya Li Dij Dîwar ava dikin û ji 2000’î şûnde dibe wek atolyeyê civaka şanoyê. Lîstikên salonên biçûk dikin û ligel vê lîstikên kolanan jî dikin.

‘Me hedefa xwe ya xwe gihandina temaşevanên nû pêk anî’

Ji Koma Şanoya Li Dij Dîwar Melda Kuşku axivî û got: “Helwesta nêrîma meya li kolanê hinek cudaye. Me kolan ti carî ne anî rewşa armancê. Me zêdetir ji bo temeşevanên me biguherin em derketin kolanê. Li Îzmîrê jî bi taybet temaşevanên şanoyê diyarin. Armanca me ev bû ku kesên potansiyela wan ya şanoyê heye bînin şanoyê.”

Meldayê got ew di çalakiyan de jî cih digirin û wiha pê de çû: “Me di berxwedana ÎZSU de, şahiyên biharê yên alternatîf ên zanîngehande, li kargeriyan, nexweşxaneyan û li qadên ku têkoşîşn xurte, lîstikên kolanê lîst. Em hîna li kolan û salonandilîzin. Em şanoyên zarokan jî dikin. Li Îzmîrê potansiyeleke me ya şanoyê heye. Me xwe gîhand temaşevanên nû.”

Meldayê got koma wan ji lîstikvanên profesyonel û ji kesên ku karên din dikin jî pêk tê û di du salan de endamên nû beşdarî komê bûne. Meldayê bi lêv kir ku di navbera lîstikvanan de cudahiyê nakin.

‘Yên herî zêde ji muhafazakariyê zirarê dibînin jinin’

Meldayê têkildarî lîstika Suîkastê de ku di 2015’an de hat amadekirin û dubare tê lîstin de axivî û got lîstik li ser mijara jinê jî disekine û got: “Li welatê me ev demek dirêje muhafazakarî heye. Me biryar da ku em di vê mijarê de tiştekî bêjin. Li gorî me ev ev dest dide jiyana hemû mirovan. Me di vê rewşê de kesên herî zêde dibin bandora vê de dimîne danî ser maseyê. Mijara jinê derket pêş berîme. Me qehremana lîstikê wek jin diyar kir. Ji ber yên herî zêde dibin bandora muhafazakariyê de dimînin jinin. Di lîstikê de navê ti karekterê tine. Me karekterê jinê derxist holê.Em şîrovekirina karekter ji lîstikvan re nehişt.”

(hu)