Ferhenga Jiyana Gundewar derket pêşberî xwendevanan

09:41

JINHA

WAN – Ferhenga Jiyana Gundewar ku hilberîna xebatek kolektîf a Navenda Çanda Nuda ye derket pêşberî xwendevanên xwe. Fergehan ku hilberîna xebateke 6 mehane, hem ji bo kesên xwe dispêrin hinceta ‘Ez Kurdî dizanim lê nekarim biaxivim’ û hem jî ji bo gotinên Kurdî yên orjînal ku bi tinebûnê re rû bi rûye, dîsa bê rojevîkirin, bikaranîn.

Xebatkarên Navenda Çanda Nuda ku di bin bana Wezîreta Daîreya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û xebatkarên Beşa Wêje û Zimanê Kurdî di encama xebateke kolektîf de Ferhenge Jiyana Gundewar weşandin.Fergenga Kurdî hilberîna xebateke 6 mehane û tê hedef kirin ku gotinên orjînal yên berê ku bi tinebûnê re rû bi rû mane bên rojevkirin, bikaranîn. Ji bo ferhengê xebatê komuna Katalan ya li ser ziman esas hat girtin û komîsyoneke ku 6 jê jin ji 8 kesan pêk tê xebatan dimeşîne.

‘Ferheng hilberîna xebatek kolektîfe’

Koordînatora xebatê Salîha Ayata got piraniya komîsyonê ji jinan pêk tê û ev jî ji bandora jinê ya li ser jiyana ziman pêk tê û têkildarî amadekariya ferhengê de axivî. Salîhayê da zanîn ku ferhenga Kurdî bi keda jinê û hilberîn xebatek kolektîfe û wiha got: “Me bi komîsyona ku ava kir, nexşerêyek amade kir. Em li navçeyan bi tevahî li 25 gundan geriyan. Dema me ev gund diyarkirin, me gundên nêzî bajar û sînor tercîh nekir. Ji berk u gotinên orjînal yên ziman dikarî di bin bandora herêmên din de bimîne. Ji ber vê dema me xebat meşand me xwest em xwe bigihînin orjînaliya gotinan.”

‘Di Kurdî gotinek gelek wateyên wê hene’

Salîhayê da zanîn ku li gundên ku xebat meşandine bi welatiyên 70-80 salî re xebata anketê kirine û got: “Ji ber Wanê ji derve koçberî girtiye me xebat li naçveyan kir. Me welatiyên extiyar re 4 saetan hevdîtin kir û vîdeo kişand. Me deng qeyd kir. Piştre me ev guhdar kirin û fergen ava kir. Di anketa xwe de me bi taybet welatiyê ku li wir hatine dinê û mezin bûne hilbijart. Li navçeyên me xebat meşand devok carna cuda bû. gotinek gelek wateyên wê hene. Ev jî nîşan dide ku zimanê Kurdî çiqas dewlemende.”

‘Divê em xwedî li nasnameya xwe derkevin’

Salîhayê bi lêv kir ku polîtîkaya koçberkirinê ya dewltê li ser ziman bi bandore û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di salên 90’î de gelek welatiyan koç kir. Dema dewletê gund vala kir di qirkirinê de derbas kir. Zirar da ziman. Dîsa kapîtalîzmê zirar da ziman. Tevî van hemûyan me xebat meşand, xwe gîhand gotinên orjînal.”

Salîhayê di dawiya axaftina xwe de got divê her kes li ser ziman berpirsyariya xwe bîne cih û wiha got: “Bi taybet divê dayik bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Rola jinê li ser bandora ziman heye. Ziman nasnameye. Jin divê xwedî li vê nasnameya dayikan derkevin.”

(hu)