Platforma Hunermendên Femînîst: Huner, Hunermend û jin polîtîkin
09:01
Ozgu Ozutok/JINHA
ÎZMÎR-Endamên Platforma Hunermendên Femînîst, li ser têgehên ‘jin’ û ‘huner-hunermend’ hewl didin di çalakî, li kolan û çapemeniya civakî xebatan bimeşînin û cudabûnê biafirînin.
Bi pêşengiya Şanoya Yenîkapi, Platfroma Hunermendê Femînîst ku 3 sal berê li Îzmîrê hat avakirin, diyar kir ku wê di çalakiyan de, li kolan û çapemeniya civakî huner, hunermend û jin di qadê polîtîk de hene û wê her tim hebin.
Endamên Platformê Medîne Çam û Pinar Sayin tinekirina jinê, huner û hunermend a polîtîkayê de rexne kirin. Pinar û Medîneyê li ser avakirina xwe li çalakî û qadên din çi kirine û wê çi bikin axivîn.
'Pergala serdest dibêje jin, huner û hunermend ne polîtîke’
Medîne Çamê diyar kir ku Polatforma Hunermendên Femînîst ku bi pêşengiya Şanoya Yenîkapi destpêkirin hîna ji Şanoya Yenîkapi qût nebûne û wiha got: “Em zêde nebûn lê hejmara me kêm be jî armancek me heye. Em hewl didin bibi pirek. Huner û hunermend hewl tê dayin ku bê tinekirin. Dibêjin karê hunermend di siyasetê de çiye. Dibêjin ti hunermendî bi polîtîkayê re eleqeder nebe karê xwe bike. Pergala serdest dibêje polîtîka ne peywira hunermende. Em jî yek ji nasnameyên ku cuda tên dîtin, yanî ji ber em hem jin û hem jî hunermendin, dixwazin îfade bikin ku hem li qadane û hem jî gotina me heye.”
Medîneyê di berdewamiyê de têkildarî çalakiyên xwe yên ku dikin û kirine de got: “Em hewl didin têkiliya hunernemd, femînîst û LGBTÎ’yan bi bindestan re ava bikin. Ji bo vê pratîkên me hene. Em bi lîstikên kolanê, bi derhênerên fîlmên ‘li dijî şîdeta li ser jinê sempozyum’ gotaran çêdikin. Em bi hunermendan re yanî bi kê re hildiberînin, em wan tînin cem hev.Em difikirin ku turnuvayeke futbolê pêk bînin. Berê me Turnuvaya Alî Îsmaîl Korkmaz pêk anî û me rêbazên diyarkirî danîbû holê. Di tîman de kotaya jinê hebû. Dijûnên zayendperest hatibû qedexekirin.”
'Em hewl didin hunerê bikin çalakiyan’
Pinar Sayin jî got îsal zêdetir ji ser çapemeniya civakî xwe gîhandine mirovan û got: “Me ji ser çapemeniya civakî xwe gihand jinên ciwan. Di nav de pir zêde jinên lîseyî hene. Bi saya vê me ew jî polîtîk kirin. Em hewl didin hineke din jî hunerê bikin nava çalakiyan. Me xwest jinên hunermend ferq bikin û hem jî jinên polîtîk ferq bikin ku huner li vir heye. Em niha difikirin ku lîstikek jinê binivîsin û bilîzin. Em dixwazin biçin taxan û bi jinan re bên cem hev.”
(dk\hu)