Belavkirina kovara Lemanê hat astengkirin!
10:40
JINHA
Stenbol- Kovara karîkatorê ya Leman, bi agahdarkirina polîsan re li matbaayê belavkirina wê hat astengkirin.
Komara karîkatorê ya Leman, bi agahdarkirina polîsan re li matbayê belavkirina wê hat astengkirin. Di kapaxa ‘hejmara taybet a darbeyê’ ya kovarê de leşker û komên piştî darbeyê daketin kolanê cih digirin. Destê li ser kareya ku leşker hene ‘Ez Mehmetçik dibim’, destê li ser komên darketin kolanê jî ‘min dît… ez ji sedî 50’yî dibim’ dinivîse.
Lemanê li ser hesabê Twîtterê wiha got: “Belavkirina kovara Lemanê ji aliyê polîsan ve hatiye astengkirin. Ev her hal ji ber karîkatorên Feto û kapaxên Feto yên heta niha hatine çêkirinê ne.”
Li aliyê din hat hînbûn ku di saetên sibê de li dijî avahiya Lemanê êrîş pêk hatiye.
Li ser çapemeniya civakî li hemberî Lemanê gelek tehdîd tên kirin.
(sy\hu)