Bi çîrokan zayendperstî tê kodkirin
09:06
Duygu Erol / JINHA
ENQERE-Rolên zayenda civakî li zarokan beriya dibistanê tê ferzkirin. Nokteya herî girîng ya ku rolên mêr-jintiyê ferz dikin bêguman çîrokin.
Dema zarok tên dinê bi rolên zayenda civakî dest bi jiyanê dikin. zarokên bi rengên şîn-pembe çavên xwe vedikin; bi rolê ku dê-bav û civak li wan ferz dikin mezin dibin. Zarok di lîstikên ku dilîzin de jî ‘li zarokê kur- keç’ tê ferzkirin. Her wiha çîrokên ku ji zarokan re tên xwendin jî bandorek mezin li ser wan dike. Di van çîrokan de rolên jintî-mêrtî tê ferzkirin.
Her jina ku di demek jiyana xwe de çîrok guhdarî kiriye, li gorî rolên zayendê , xweşikbûn, kîbir, nexweşikbûn ji wan tên fêrkirin. Di van çîrokan de teqez ji wan re tê gotin ku hun prensesin. Prenses bê parastin û bê çarene. Heta ku prensê wan tên.
Zarokên keç ku di çîrokên guhdarî dikin de, pêşeroja wan jî tê teşekirin. Di serî de jî çîrokên Pamuk Prensek, Sîndrella, Rapunzel û Xweşika Razayî tên.
Her wiha di van çîrokan de her tim pîrebokek ku zirarê dide van prensesan, damariyek û xwişkek wan ya xerabiyê bi wan dike heye. Lê mêrekî ku xerabiyê temsîl dike tine. Di çîrokan de bavek heye û tenê di serî de cih digire.
Jina xweşik paqijiyê, ya nexweşik pîreboke
Di van çîrokên ku me rêzkirin de prensek her tim xweşikin û aliyên wan yên xerab tinin. Di çîrokê destpêkê jina xweşik û ya nexweşik tê bicihkirin. Di vir de jina xweşik paqijiyê temsîl dike. Ya nexweşik jî ya nebaş e.
Di çîrokan de her wiha jin bê çareser û bê hêz tên nîşan dan. Her wiha mêr jî her tim xurt tê nîşandan û wekê ku jinan diparêze tê nîşandan.
(hu)