Ji firçeya Janetê ruyê jinê yê Şoreşa Rojava

09:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Ekolojîst-nivîskara Amerîkayî Janet Bîhel ku li Rojava jinên li dijî DAIŞ’ê berxwe dide ji nêz ve dişopîne bi wêneyên xêz dike vê berxwedanê nemir dike. Janetê armanca xêzên xwe wiha vegot: “Ez jinan xêz dikim ji ber ku ev jin li dijî DAIŞ’ê têdikoşin.” Her wih got ku ew pêşangehekî plan dikin.

Wek hemû jinên cîhanê ekolojîst-nivîskara Amerîkayî Janet Bîehl jî berxwedana Rojava ji nêz ve dişopîne. Janet ku her dema şoreşê dişopîne, bi xêzên xwe jî vê nemir dike.

'Şoreşa Rojava mînake’

Janetê li ser tiştên ku bûye şahid axivî û got: “Li Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê rolên civakî li ser jinan tê ferzkirin. Jinên zû tên zewicandin emrê xwe di bin zext û zordariya mêr de derbas dikin. Jin ji ber vê gelek êş dikişînin. Jin ancax zarokan tînin dinê û mezin dikin. lê şoreşa Rojava di alî wekheviya jinê de mînakeke.”

'Jin xwe ji têkiliyên baviksalariyê rizgar nakin’

Janetê bi lêv kir ku jin li Rojava beşdarî YPJ’ê dibin û xwe ji têkiliyê baviksalariyê rizgar dikin û jiyana xwe dikin bin kontrola xwe û di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de serkeftinên mezin bidest dixînin. Janetê wiha got: “Li Rojava li gel şerkirinê jinan jiyanek nû ava kirin. Li Rojava ji gel û baweriyên cuda jin hatin cem hev û navend, meclîs, kreş û rêxistinên jinan ava kirin. Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hene.”

‘Ez jinan xêz dikim ji ber ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin’

Janetê bi lêv kir ku şoreşa Rojava jinan a Rojava îlham daye hemû jinên cîhanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îdeolojiya PKK’ê ji bo wekheviya zayendê û cîhaneke dikin pêwiste.Em jinên ku evîndarên têkoşîna xwe pîroz dikin. Ez bi xêzên xwe şoreşa Rojava nemir dikim. Ez jinan xêz dikim ji ber li dijî DAIŞ’ê şer dikin.”

(gd/hu)