'Em kevneşopiya kiras-fistan didin jiyandin'
09:07
JINHA
WAN - Aysun Işik û Sîbel Işik li Taxa Karşiyaka cihê dirunê vekirine, kevneşopiya kiras-fistanan didin jiyandin.
Li Taxa karşiyaka ya Rêya Ermuşê ya Wanê jinan cihê dirunê vekirine. Jinê di cihê dirunê de dixebitin hem kevneşopiya kiras-fistanan didin jiyandin, hem jî debara mala xwe dikin. Aysun a ku 20 salan di sektora tekstîlan de xebitiyî niha jî li gel Sîbel Işik ji bo jinan modelên kincan didirun. Aysun diyar kir ku ew hin biçukbu dema ku di tekstîlê de dest bi kar kirî, niha ji dirunê dike.
'Kiras-fistan çanda me ye'
Aysun da zanîn ku dema ew kincên kurdî didirun dinêrin kijan kinc li ser kijan rengê mirovan tên. Aysun destnîşan kir ku ew rengên vekirî ji bo jinên esmer çêdikin, rengên girtî jî ji bo yên zer didirun û wiha domand: "Piştî bijartina rengan vêcarê ji modela çêkirinê giringe. Em fistanên ji gelek deverên cuda li vêderê didirun. Di serî de em kincên Botan, Wan û Colemêrgê didirun. Ji derveyî van ji hinek modeyên weke Hurem Sultan û Can bebek didirun. Herî zêde tercîh ji bo kiras-fistanan tên. Ji ber ku ev kincên me yên kevnarene, em jî bi diruna wan kêfxweşin."
'Ev kinc bi kedek mezin tê çêkirin'
Sîbel jî anî ziman ku mala dirunê ya ku wan 4 mehe vekirî ji aliyê jinên taxê ve rastî eleqeyek mezin tê. Sîbel bilêv kir ku ewê di dema pêş de atoliyekê vekin û diruna kincên gelerî hînî jinan bikin. Sîbel destnîşan kir ku fiyetê kincan li gorî qumaşê wan tê guhertin. Sîbel diyar kir ku ji bo mekineyên wan xira nebin bi saetan ew palekên ser kirasan vedikin û wiha domand: "Em karê xwe digirin cidiyê. Memnuniya jinan ji bo me gelek giringe, ji bo wê jî em li vê derê ji bo diruna van kincan kedek mezin didin. Beriya her tiştî armanca me berdewamkirina kevneşopiyên mene."
'Divê jinên ciwan li kevneşopiyan xwedî derkevin'
Sîbel da zanîn ku we hem kincên didirun difiroşin hem jî kira didin û wiha dom kir: "Li gorî kincan fiyat tê guhertin. Ji ber ku qumaşê bi palek diruna wan zore em bi qasî 80-100 TL yan digirin. Lê fiyetê me ji 40 TL yan despê dike." Sîbel anî ziman ku ciwan di festîfal, şahî û dawetan de cilên kurdî li xwe dikin û wiha berdewam kir: "Berê dayîkên me rojane ev kinc li xwe dikirin. Ji ber dem hatiye guhertin jinên ciwan di rojên tayibet de li xwe dikin. Di rastiyê de ji derveyî rojên tayibet jî ji bo berdewamkirina kevneşopiyên me ez bang li jinên ciwan dikim ku li kiras-fistanan xwedî derkevin."
(zt)