Kumbeta Kadem Paşa Hatunê ji ber bê eleqebûnê tine dibe
09:18
JINHA
WAN –Erdîşa ku di seranserê dîrokê de jig elek çand û baweriyê re malovanî kiriye, gelek warên wê yên dîrokî ji ber bê hestiyariya rayedaran bi tehdîda tinebûnê re rû bi rû ye. Kumbeta Kadem Paşa Hatunê ku di dema Karakoyunliyan de hatiye çê kirin, bûye navenda kesên tiryakê.
Navçeya Erdîş a Wanê ku ji şaristaniyên wekê Urartu, Med, Pers, Emevî, Abbasî, Selçûklu, Karakoyunlu, Osmaniyanre malovanî kiriye, avahiyên dîrokî yên ji van dewletan mane terkî tinebûnê hatine kirin. Yek ji van warên dîrokî Kumbeta Kadem Paşa Hatunê ye. Kumbet ji dema dewleta Karakoyunluyan maye û heta roja me ya îro li ser lingan maye. Avahiya di derketina rêya Erdîş-Wanê de ye, dora wê bi têlan hatiye dorpêçkirin. Deriyê ketinê yê Kumbetê her tim vekiriye û kîtabeya kumbetê dide nasîn jî nivîsin li ser hemû jê çûne. Li jora kumbetê goristan heye û ev jî vê dîrokê tine dike.
Kumbet di dema Cîhan Şah yê Karakoyunluyinda, ji aliyê Emîr Rustem Beg ve di 1458’an de ji bo dayika wî Kadem Paşa Hatun ve tê çêkirin. Kumbet bi kevirên birî yên yek rengî hatine çêkirin. Di bin kumbetê de beşa ji bo mumyayê heye û bi derenceya tê daketinê. Li aliyê Bakur deriyek heyet û pacên wê jî dirêjin.
Warê dîrokî tê tinekirin
Ev kumbeta bi hezaran salan berê ku bi kedek mezin hatiye çêkirin, ji ber bê eleqebûnê bi tinebûnê re rû bir û ye. Ev jî têr nake bûye cihê kesên tiryakê bikartîne. Deriyê wê her tim vekiriye û goristan li dora wê ye. Ev jî taybetiya dîrokî ya kubetê winda dike.
(va/hu)