Aram Tîgran li Rimêlan hat bîranîn
11:51
JINHA
RIMÊLAN- Hunermend Aram Tîgran, di 7. slavegera koça xwe de, li Navenda Aram Tîgran ya bajarê Rimêlan hat bîranîn.
Li Navenda Çand û Huner ya Aram Tîgran yê bajarokê Rimêlanê ya Kantona Cizîrê, hunermedê Kurd Aram Tîgran ê ku di sala 2009'an de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Di bîranîna hunermendê Kurd de gelek welatî û saziyên civakên sivîl amede bûn. Di çalakiyê bîranînê de sînevîsyonek ser jiyan û xebatên hunerî yê Aram Tîgran hat pêşkêş kirin. Dûvre ser navê TEV-ÇAND'ê Sîpan Xelat axivî. Sîpan diyar kir ku Aram Tîgran Ermenî bû û gelek ji çanda kurdewariyê hezdikir. Sîpan got, "Em çiqas behsa wî bikin gotin kêm dimîn in. Zarokên me jî li ser hunera Aram Tîgran mezin dibin. Ji ber ku bi rêya hunera xwe rastiya heyî nîşan dida."
Di bîranînê de stranên Aram Tîgran ji aliyê Koma Alanya û Serhildan ve hatin stirîn.
(rd/hs/rc)