'Ji bo nivîsandinê kes piştgiriyê nade wê lê..!

09:04

Ozgu Ozutok/JINHA

ÎZMÎR- Nîlûfer Altunkaya xeyalên xwe ya xwendin û nivisandinê ku ji dibistana amadehiyê destpêkir bi pirtûka bîranin û helbestê bi cih anî dibêje: "Ji bo nivîsandinê kes piştgiriyê nade. Lê dema hun li hemberî vê derkevin, hûnê hebin."

Nîlûfer Altunkaya di sala 1975'an de li Kutahyayê hate dinê û di 10 saliya xwe de piştî bavê wê jiyana xwe ji dest dide koçî Îzmîrê dibe. Nilûfer di dibistana amadekariyê de dest bi nivîsa helbest û çîrokan dike. Nîlûfera ku di heman demê de mamostetiyê dike dibêje ku dema dest bi nivîsandinê dike pêvajoyekî bizanyarî tune bûye lewra kesên li hewirdora wê tiştek hînê wê nekiriye.

Nîluferê karê ku dike wek "Karê dinan pênase dike" û da zanîn ku gelek ji xwendin û nivîsandinê hes dike bi saya heskirina evîndarê pênûs û lênûsê ye.

Nîlûferê wiha bahsa destpêka nivîsa xwe dike: "Min di serî de li ser kovaran lêkolîn kir û rastî Kovara bi navê Mînerva yê hatim. Li Îzmîrê tê waşandin. Di destê min de pirtûka bi navê 'Mavi Delî' hebû min bir. Gotin ev vê bixin kovarê. Pirtûkekî ku qala têkîliya zarok û dayikek bû. Di wê de helbest û nivîsên min hat weşandin. Heya sala 1999'an pêvajoyekî bi kovaran derbasbûyî jiyam."

'Dema li hemberî derkevin hûnê bijîn'

Nîlûferê destnîşan kir ku heya demekî di kovaran de çîrokên wê dihatin weşandin û piştre pirtûka xwe ya bi navê "Sevlîgî Yanlizlik" çapkiriye. Nîlûferê di derbarê wêje û jinê de van gotinan dibêje: "Ji ber hebûna jin di nava civakê de xwe dide jiyandin çîrokê min wê îfade dike. Pêvajoya nivîsandina min bihêsan derbas nebû lê bi berxwedanê, min xwe da qebûl kirin. Di atolyayên xwendin û nîvisandinê de tu kes piştgiriyê nade we. Di jiyana modern de di jiyana rojane de bi xwendin û nivîsandinê mirov dikare xwe bipêş bixe. Mirov encax xwe wiha dikare bide jiyandin."

(ho/rc)