'Di nav Sûrê de çandek xwezayî heye'

09:02

JINHA

AMED - Navenda Çanda Hûnerê ya Dicle Firatê piştî qedexeya derketina kolanan ya ku 120 roj li Sûrê berdewam kir, cardin dest bi xebatên xwe kirin. Mamosteya Diclê Firatê Mizgîn Yildirim diyar kir ku ew li hemberî hemû êrîş û polîtîkayên bişavtinê çanda kurd dê bidin jiyandin û got ku tu qedexe ji bo pêşketina çanda kurd nabe asteng.

Bi qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya Amedê ku 120 roj berdewam kir kar û xebatên Navenda Çand û Hûnerê ya Dicle Firatê jî dibin bandora xwe de hişt. Navenda Dicle Firatê ku bi salan e xebatên hûnerê dide meşandin û ji ber pêvajoya şer demek hate rawestandin cardin bi qursên wek gîtar, tembûr, erbane, def, şano, komên mûzîkê yên zarokan û govendê dest bi xebatên xwe kirin. Mamoste û Rêvebera Diclê Firatê Mizgîn Yildirim di derbarê xebatên xwe de axivî û diyar kir ku xebatên wan wek salên ewil bi kelecan berdewam dike.

'Di nav Sûrê de çandek xwezayî heye'

Mizgînê destnîşan kir ku bi qedexê re êrîşên li ser çanda kurd zêde bûn û wiha got: "Ji dîrokê heya niha her tim êrîşên qirkirinê ya li ser çanda civaka kurd hene. Bivê qedexê re ev êrîş zêde bûn. Tişta ku armanç dikirin ew bû ku di serî de çanda Sûrê tune bikin bû. Lê me tu carî destûrê ne da vê polîtîkayê." Mizgînê diyar kir ku di nav Sûrê de çandekî xwezayî heye û ji aliyê gel ve bi her awayî dihat jiyandin. Lê ji ber polîtîkayên bişavtinê dihat ji bîr kirin û bi xebatên me re cardin dihat zindîkirin. Mizgînê bilêv kir ku gel ligel hemû astengî û êrîşan dev ji çanda xwe berneda û xwedî li çanda xwe derdikevin.

'Jin û zarok alaqeyek mezin nîşanî çandê didin'

Mizgînê anî ziman ku ew piştî rakirina qedexeyê dest bi xebatên xwe kirine û da zanîn ku ji berê zêdetir serlêdan çê dibini û wiha pê de çû: "Xebatên me di atolyayên nû de berdewam dike. Em waneyên erbane, gitar, govend, temburê didin şargirtên xwe. Di heman demê de beşê mûzîkê, koroya zarokan me da dest pê kirin." Mizgînê got ku her dersên wan 4 meh berdewam dikin û li ser daxwaza şargirtan dirêj dikin. Mizgînê dîsa bi lêv kir ku herî zêde jin û zarok ji bo çanda kurdî serî li wan didin.

'Xwedî derketin hêz dide me'

Mizgînê daxuyand ku piranî şagirt ji bo erbanê serî li wan didin û ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Dema ku em lê dinêrin ji bo erbanê serlêdan gelek çê dibin. Herî zêde jî jin tên û dixwazin fêrî erbanêyê bibin. Ji ber ku erbane çanda kurdan îfade dike û heya roja me ya îro wiha bi kedê jinan hatiye. Em jî bi keyfxweşî wanêyên xwe didin wan. Bi kelecan û hêzekî pir xurt ev xebata nû hat dest pê kirin. Bi vî rengî hêvîya me li hemberî pêşketina çand û hûnera kurd pir e. Û xwedî derketina ciwanên çandê me zêdetir keyfxweş û şanaz dike. Xwedî derketin hêz dide me." Mizgînê destnîşan kir ku heya niha jî 100'î zêdetir şagirtên wan hene û hêj jî serlêdan çê dibin û piraniya wan jî jin in.

Mizgînê ji bo xwedî derketin çanda civaka kurd banga serlêdanê li hemû kes kir.

(ho/rc)