'Gava dengbêjiyê guhdar dikim ez xwe dibînim'

09:04

JINHA

AMED - Mala Dengbêjan ya li Sûrê bi klamên xwe her kesî dikin heyranê xwe. Yek ji kesên heyarana dengbêjiyê Lorîn Budak (17) ya ku ji Londrayê hatî Amedê ye. Lorînê xeyala wê ya herî mezin bûyîna dengbêje.

Yek ji sembola jiyan û çanda kurdan dengbêjiye. Dengbêjî ya ku di nava gelê kurd de bûye teşeyek ya jiyanê balê her kesê dikêşe ser xwe. Li navçeya Sûra Amedê Mala Dengbêjan ya ku malvaniya dîrokek kevnar dike, balê mirovan ji 7'ê heyan 70'î dikêşe. Li vir dîrokek dijî tê heskirin.

'Zaroktiya min bi guhdarkirina stranan re derbasbû'

Lorîn Budak ya ku ji Dêrsimê tevî malbata xwe koçî Londrayê dike, bi çanda xwe ve girêdaye. Lorînê diyar kir ku ew dengbêjiyê gelek hezdike û anî ziman ku her havînê ji bo guhdar kirina dengbêjan ji Londrayê tê Amedê. Lorînê bi lêv kir ku ew ji zaroktiya xwe ve, her ji Kurdistanê dûr maye û got: "Her ku min derfet bidîta min stranên kurdî guhdar dikir. Mirovê hewra min dibêjin 'dengê te xweşe'. Ez hem bi kurdi stran hem jî axaftinê hedikim."

'Di dengbêjiyê de ez rastiya xwe dibînim'

Lorînê da zanîn ku bi guhdarkirina stranên kurdî ew rastiya xwe dibîne û wiha pêde çû: "Gava têm Mala Dengbêjan û klamên wan guhdar dikim ez hebûn a xwe hîsdikim. Tevahî peyvan fêmnakim lê belê ev yek heskirina min kêm nake. Ez klaman dibêjim. Armanca min çanda dengbêjiyê jîndine.

'Xeyala min ya herî mezin bûyîna dengbêjeke'

Lorînê anî ziman ku xeyala wê ya herî mezin bûyîna dengbêje û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ez ji Kurdistanê gelek hezdikim. Dema mezin bûm ez ê bêm Kurdistanê. Ez li kur dibim bila bibim, ez ê xwedî li nirxa çanda xwe bibim." Lorînê gotina xwe bi klama "Bêrîvan" bi dawî kir.

(mm-zd/rc)