Jinek li pey xeyalên xwe çû: Ebru
09:03
Ozgu Ozutok-Manolya Bulut/JINHA
ÎZMÎR - Ebru Atîlla Sagay ku endezyarek serkeftî bû, ferq dike ku ji bilî pereyan tiştekî ji zarokên xwe re nahêle û şanoyek yek kesî ava dike. Ebruyê girîngî da zimanê jinê ya di şanoyê de. Malbata wê ji lîstikên Ebruyê dibêjin ‘wê te zindî zindî bişewitînin’, lê ew dest jê bernade.
Ebru Atîlla Sagay ku endezyarek serkeftî bû li pey karê ku ji dil dixwaze diçe û dibe şanoger. Ebruyê got: “Min ferq kir ku ez ji bilî pereyan tiştekî ji zarokên xwe re nahêlim. Di 2009’an de min bi biryarek radîkal dest bi vî karî kir.” Ebru Şanoya Nîenor ava dike.
Ebru li Şanoya Şaredariya Karşikayayê perwerdê digire û jinên dîrokî yên wekê Cemîlle Claudel dilîze û ji bo kariyera xwe ya şanoyê got ‘Ew jin ne li jiyanê bin jî ez bi şêwirmendiya wan pêş ketim.’ Ebru ji bo mîhrîcanên derveyê welat tê vexwendîkirin. Ezru zewicandiye û çêwikên wê hene.
‘Ne tirsin ji ber em li virin’
Ebru wiha dibêje: “Min bi navê Andy Warhol li dijî çanda populer lîstikek çêkir. Xelat girtin. Min li ber tabloyên Andy Warhol lîstika xwe lîst. Ji ber van serkeftinan hewasa min zêde bû. Her roj di rojnameyan de nûçeyên mirina jinan hene. Min got em çawa balê bikişînin ser vê. Hemû bi zimanê serdest dihat nivîsin. Min jî zêdetir dem ji xwe re veqetand û nivîsî.”
(hu)